Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê qetilkirina Feryal Silêman şermezar kir

Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB)êrişa çekdarî ya li Kerkûkê a li dijî siyasetmedar Feryal Silêman Xalid bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Yekitiya Jinên Sosyalîst  a Ewropayê (SKB) êrişa çekdarî ya 18’ê Çileyê li Kerkûkê a li dijî siyasetmedar Feryal Silêman Xalid pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniya ku hat dayîn de tekoşîna Feryal Silêman Xalid a 31 salan ku ji bo tekoşîna azadiya gelê Kurd dida hat ser ziman û hat diyarkirin ku Êrîşa li Kerkûkê  ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) zêdetirî 30 salan ji bo azadiya jin û gelê Kurd têkoşiya. Êrîşa qirker a li Kerkûkê wê têkoşîna azadiya jinên Kurd ranewestîne.”

SKB’ê wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a faşîst a metinger bi awayekî sîstematîk qetilkirina jinên Kurd yên şoreşger pêk tîne. Herî dawî roja pêncşemê Firyal Silêman Xalid li bajarê Kerkûkê li nîvê cadeyê li ber dibistanekê hat qetilkirin. Jina Kurd a di sala 1975ˊan de li Amûdê ji dayik bû, di nava tevgera azadiyê de navê Zelal Zagros li xwe kir û zêdetirî 30 salan ji bo azadiya jin û gelê xwe bênavber têkoşiya.

‘Êrîşa li Kerkûkê  ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e’

Di destpêka salên 1990ˊî de li Rojava tevgera Kurd nas kir. Piştî ku 15 sal li çiyê bi gerîlayan re derbas kir, 8 salan di nava civaka Kurdên Ermenistanê de xebitî. Di dema Şoreşa Rojava de ji bo alîkariya avakirina pêkhateyên demokratîk ên bingehîn bike vegeriya herêma jidayikbûye. Li Tirbespiyê di avakirina komun û meclîsan de cih girt û ji bo xurtkirina têkiliyên navbera gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan de xebat meşand.

Herî dawî jî li Başûrê Kurdistanê xebatên tevgera jiana dimeşand di 18ˊê Çileyê de hat qetilkirin. Êrîşa qirker a li Kerkûkê jî hewldaneke din a ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Zelal Zagros di heman demê de hevrêya Evîn Goyî (Emîne Kara) ya ku di 23ˊê Kanûna 2023ˊyan de li Parîsê hatibû qetilkirin.