Çalakvana ciwan a çalakiya nobetê bi stranên xwe qada çalakiyê geş dike

Nîhal Bîlen a ku yek ji jinên ciwan ên di çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de cih girtiye, bi awazên xwe reng dide çalakiyê û ji bo çalakvanan dibe çavkaniya moralê.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê meha Tîrmehê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakiya nobetê ketiye meha xwe ya 6’emîn. Çalakvanên nobetê, bi rengên cuda cuda çalakiyên dixemilînin. Ji biçûkan heya mezinan her kes bi biryardariyek xurt beşdarî çalakiyê dibe.

Di çalakiya ku ji her 5 şevan carekê tê guhertin de ji çalakvanan bigre heya mêvanên ku tên serdana çalakvanan her kes bi îdayek mezin çalakiyê watedar dike. Di çalakiyê de li perspektîf û dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên guhdarkirin, ciwan û dayik stranan dibêjin û çalakiyê bi rengên xwe dineqşînin. Dema em jî çûn serdana çalakvanan, jina ciwan a bi navê Nîhal Bîlen ku stranan digot bala me kişand. Me jî xwest em biçin gel sohbetê bikin û di nava çalakiya nobetê de hestên û îdiaya wê ya têkoşînê hîn bibin.

‘Rêbertî jinên Kurd kir xwedî îrade û pêşengên şoreşê’

Nîhal Bîlen diyar kir ku mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erkê tevayî gelê Kurd e û wiha got: “Ji bo ku em mamosteyê xwe ango Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nava çar dîwaran derxin, me çalakî daye destpêkirin û em ê wî derbixin. Ya herî girîng jî ew e ku em ji xwe bawer dikin û bawerî jî nîvê serkeftinê ye. Wek jinek ciwan ez vê yekê wek deynek dibînim li hemberî serokatî û ev deynê me hemû Kurdan e. Rêbertî ji bo jinan gelek tişt kirine. Ew jina ku bi hezaran salan hat kolekirin bi taybetî jî li Kurdistanê hat kolekirin, kir xwedî nêrîn. Ya herî girîng jî kir pêşengên şoreşê û got ku dema jinên Kurd azad nebin, ne Kurd ne jî Kurdistan azad nabe. Ji bo wê divê em layiqê serokatî bin.”

‘Berhemên Rêber Apo roj bi roj mezin û belav dibin’

Nîhal Bîlen di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk ji hêza jinên ku jiyanê diafirînin ditirse ji ber wê êriş dike û got: “Di heman demê de dijminê Tevgera Azadiyê herî zêde ji hêza jinên Kurd ditirse. Ji ber ku jinên Kurd pêşengiya riya rast ji hemû jinên cîhanê re dike. Ji ber van sedeman wan dike hedef û şehîd dixe. Êrişên li Parîsê yên ku li dijî jinên Kurd hatin kirin mînakên wan in. Pêşengên wek Evîn Goyî, pêşenga tevgera azadî û wek mîmara şoreşa jinan hevala Sara çawa hatin şehîdxistin diyar e. Lê belê fikrên Rêber Apo ji bo jinan roj bi roj mezin û belav dibin. Em jî sozek didin heta dawiya jiyana xwe û heta em bigihîjin armanca xwe em ê li ser riya Rêbertiyê bimeşin.”

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê têkoşînê bilindtir bikin’

Nîhal Bîlen da diyarkir ku dema di çalakiyê de stranan dibêje bi guhdaran re hestên cuda ava dike û got: “Dema ez stranan dibêjim ferq dikim ku kesên li min guhdarî dikin pirsan ji xwe dikin. Gotinek heye dibêje “Muzik dermanê ruh e” stran jî hestek wisa ne. Mirov dikare bi riya stranan kesên din hestiyar bike, kêfxweş bike û hestên şoreşgerî bi wan re bide avakirin. Ez vê yekê bi kesên guhdarî dikin re jî dibînim.”

Nîhal Bîlen der barê xwedîderketina çalakiya li wargehê de jî ev tişt got: “Di destpêkê de jî min got em hemû vê çalakiyê ji xwe re wek deyn dibînin. Gelê me yê wargehê jî deynê xwe baş dide. Berpirsyariya xwe ya li hemberî serokatî dizane û li gorî wê tevdigerin. Moralê me yê di nava çalakiyê de jî pozîtîf e û em di wê baweriyê de ne ku em ê bigihîjin serkeftinê.”

Nîhal Bîlen di dawiya axaftinên xwe de daxwaz kir ku gelê Kurd ji bo mîsogerkirina serkeftinê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilindtir bike.