Li Vatîkanê rahîbek ji ber sucê êrîşa zayendî ceza girt

Li Vatîkanê rahîb Gabriele Martinelli ku ji ber sucê êrîşa zayendî tê sucdarkirin berata derbarê wî de hat betalkirin û 2 sal û 6 meh sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Îstînafê ya Vatîkanê dosyaya rahîb Gabriele Martinelli ku di salên 2008-2009’an de li dibistaneke girêdayî Dêra Katolîk êrîşa zayendî li zarokekî kiribû û di sala 2021’an de ji ber nebûna delîlan beraat kiribû, ji ber îtîrazan doz ji nû ve hat dest girtin.

Li gor nûçeya weşana fermî ya Vatîkan, VaticanNews, dadgeha îstînafê biryara beraetê ya rahîb betal kir û biryara sûcdariya wî da. 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê û 1000 euro cezayê pereyan li ser rahîbhat birîn. Lê belê dadgeha îstînafê daxwaza tazmînatê ya ji bo zarokê red kir.

Hat diyarkirin ku dosyeya rahîbek din ê bi navê Enrîco Radîce yê ku di dadgeha yekem de bi alîkariya rahîbekî dihat sûcdarkirin û beraet kir jî hat lêkolînkirin. Her wiha tê gotin ku bi vî rengî hinek sûcên din jî li ser rahîban hene.