Şanaz Hîranî: Nebûna yekîtiyê rê li komkujiyan vedike

Nivîskar û wergervan Şanaz Hîranî bal kişand hedefgirtina pêşengên jin ji aliyê dewleta Tirk ve, anî ziman ku di navbera Kurdan de nebûna yekîtiyê rê li komkujiyan vedike û li dijî vê yekê banga yekîtiyê kir.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Dewleta Tirk rojane jinên azadîxwaz, pêşeng û siyasetmedar dike hedef û qetil dike. Pêşenga têkoşîna azadiya jinan Feryal Silêman Xalid a ji Hesekê di 18'ê Çileyê de li Kerkûkê li ber dibistaneke di encama sûîqesteke ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Nivîskar û wergervan Şanaz Hîranî der barê êrîş û hedefgirtina jinên pêşeng de destnîşan kir ku êriş li ser vîn û îradeya jinan e û got ku ji bo pêşî li komukijiyên siyasî bê girtin divê serweriya herêma Kurdistanê ji aliyê hikumetê û aliyên siyasî yên herêma Kurdistan û Iraqê ve were parastin.

‘Kurdistan bûye meydana dagirkeran’

Nivîskar û wergervan Şanaz Hîranî der barê rewşa jinan û qetilkirina jinên azadîxwaz de diyar kir ku bi awayekî giştî rewş ne aram e û herêma Kurdistanê di rewşa siyasî ya aloz de derbas dibe û her dem jin dibin qurbaniyên rewşên bi aloz û got: “Ger jinek di aliyê siyasî de xebat bike û derbikeve û bibe xwedî dengê xwe, her dem zêdetir hewldana tunekirina wê tê dayîn, da ku dengê jinên azad bilind nebe. Ji ber wê herem bûye navenda dagirkeran. Ji ber wê tenê jin nebûne hedefên sereke, kesayetiyên civakê bi giştî der barê jiyana xwe de ne aram in.”

Şanaz Hîranî da zanîn ku Başûrê Kurdistanê difikirî di aramiya siyasî û aborî de dijî lê belê niha ev hemû bûne cihê pirsê û wiha got: “Ji ber tê dîtin rojane dewleta Tirk bi dronan êrîşî bajar û navçeyên cûda ên Kurdistan û Rojava dike. Li Başûrê Kurdistanê valetiyek siyasî heye, ev jî wisa kiriye herêm bi aloz bibe. Raste hikumeta Kurdistanê heye, lê belê heta niha nikaribûne serweriya xaka Kurdistanê biparêzin. Erka hikumeta herêma Kurdistanê ew e ku mirovan biparêze û rê nede sînor werin binpêkirin. Lê belê ne yekbûna siyasî wisa kiriye ku her dem êrîş û dagirkerî lê zêde bibe.”

‘Aloziyên siyasî bûne sedema rêvekirina ji bo êrîşên dijmin’

Şanaz Hîranî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êrîş û bombebaran ji çiya û gundan derketine û hatine nava dilê bajaran. Başûrê Kurdistanê divê bibûya cihê piştgiriyê ji bo tevahî Kurdan. Lê belê barovajî li Başûrê Kurdistan azadîxwaz ji aliyê dagirkeran ve tên qetilkirin û sedema sereke jî ji ber tunebûna yekitiya gelê Kurd e.”

Şanaz Hîranî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku jinek hewl dide bibe pêşeng, ji aliyê dijmin ve tê hedefgirtin. Jin dikarin beşdarî şer bibin û xaka xwe biparêzin. Lê belê çand û aqilê dijiminane her dem rê li wan digre û hewldana bêdengkirina jinan dide. Ji ber ku ji dengê jinan ditirse, ji ber dizane ger jin azad bin, civak azad dibe û nifşên pêşerojê jî azad dibe, ji ber wê rêgiriyê li azadiya jinan dike.”