'Divê em piştî qeyûman giranî bidin ser xebatên çand û hunerê’

Hunermend Sema Ozel Asî, bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Kurdistanê bi aliyê qeyûman ve tên pêşxistin û diyar kir ku bi girtina şaredariyan divê beriya her tiştî saziyên çand û hunerê bên aktîfkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Kurdistanê, bi qeyûmên ku ser şaredariyên HDP’ê re, polîtîkayên şerê taybet zêdetir bûn. Armanca ewil a qeyûmên ku di salên 2016 û 2019’an de ji bo du serdeman hatin tayînkirin jî saziyên jinan û qadên çand û hunerê yên di bin sîwana şaredariyan de xebatan dimeşînin bûn. Qeyûmên ku saziyên jinan girtin û kesên di qada çand û hunerê de dixebitin ji kar avêtin, di hemû xebatên xwe yên çand û hunerê yên 8 salên dawî dimeşîne de asîmîlasyonê hedef digre. Qeyûman bi vê armancê li herêmê festîval û çalakiyên ku bi milyonan dolar li wan diçe li dar xistin.

Ji bo festîvalan bi milyonan xerc kirin!

Qeyûmên ku bi dirûşma “Qeyûm hedefa we ya ewil Tirkîtî ye!” kar dikin, ewilî saziyên ku xebatên çand û hunerê dimeşînin dewrê saziyên weke perwerdeya gel an jî perwerdeya neteweyî kirin. Qeyûmên ku der barê zarok û jinan de tu xebatên çand û hunerê nemeşandin, di vê pêvajoyê de konserên ku hunermendên bi neteweperestiya xwe ya Tirk tên naskirin cih digrin li dar xistin. Qeyûman bi xebatên weke 'Festîvala riya çandî ya Sûrê', 'Festîvala Zebeşê', 'Festîvala Tirî' yan jî 'Festîvala Zozan” hatin rojevê, ji bo van xebatan jî bi milyonan lîre pere xerc kirin. Li gelek navçeyan ji komên ku dixwestin şanoya Kurdî û konserên Kurdî bidin cih nehat. Li qadên ku li derveyî şaredariyê xebat dihatin meşandin jî qeymeqam mudaxele kir.

Ji bo asîmîlasyonê her tişt dikin!

Qeyûmên ku di her warî de xizmeta şerê taybet dikin, ji bo li herêmê polîtîkayên asîmîlasyonê kûr bikin hemû derfetên xwe seferber dikin. Hunermendên Kurd ên ji aliyê qeyûman ve ji kar hatin avêtin jî bi alternatîfên ku afirandin xebatên xwe yên bi zimanê dayikê berdewam kirin. Hunermendên ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê kolan bi kolan digerin û bi xebatê li ber xwe didin dê bi xebatên hilbijartinên 31’ê Adarê re xebatên xwe jî zêdetir bikin. Ji hunermendan Sema Ozel Asî, diyar kir ku bi girtina şaredariyan re divê xebata ewil di vê qadê de bê kirin û anî ziman ku tiştên qeyûman texrîb kirine wê gel bi destên xwe ji nû ve ava bike.

Tevî qeyûm jî dev jê bernedan!

Sema Ozel Asî ya ku niha li Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya Mêrdînê perwerdekar e, di sala 2016'an de beriya ku qeyûm bê tayînkirin li Şaredariya Qoserê xebatên hunerî dimeşand. Sema Ozel a ku bi tayînkirina qeyûm ji kar hat derxistin, di komeleya ku bi komek hunermendên Kurd re vekir de xebatên xwe yên hunerî didomîne. Sema Ozel li komeleyê ji 7 salî heta 70 salî ji hemû welatiyan re perwerdeya enstrûman û stranên Kurdî dide. Sema diyar kir ku tevî qeyûman dev ji zimanê xwe yê dayikê û xebatên xwe bernadin.

'Me xebatên hunerî dimeşand’

Sema Ozel Asî, diyar kir ku qeyûmên hatine tayînkirin destpêke berê xwe dane wan û da zanîn ku xebatên beriya qeyûman dimeşandin jî rastî eleqeyek mezin a gel dihat. Sema Ozel, wiha got: “Beriya ku qeyûm werin tayînkirin, me di qada çand û hunerê de xebatên pir cidî û bi bandor dimeşand. Saziyên me hem di qada şanoyê de hem zimanê dayikê û hem jî muzîkê de xebatên pir mayînde dimeşandin. Di vê demê de derfetên me zêdetir bûn. Ev xebatan hem bala ciwanan, hem jî zarokan dikişand. Xebatên ku me di hemû qadan de dimeşand, ji aliyê gel ve bi awayekî bilind hat ecibandin. Bi taybetî ji ber ku me xebatên xwe bi zimanê dayikê dikir, hem me û hem jî gel gelekî kêfxweş kir. Min vê demê li Komeleya Hunerê ya Alî Temel kar dikir. Wê demê me her roj di nava gel de bi gel re xebatên hunerî dimeşand. Me hunerek azad û xebateke azad dimeşand û gel jî vê yek bi zelalî dîdit."

'Xwestin zimanê me bi me bidin jibîrkirin’

Sema Ozel Asî, bal kişand ku qeyûm bi armanca valakirina naveroka van xebatan hatine ser kar û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me hatin binçavkirin, dîsa hevalên me yên çûn sirgûnê jî hebûn. Hemû xebatên di vê pêvajoyê de hatin kirin, bi armanca asîmîlasyonê bûn. Ji bo navçeyeke weke Qoserê ku mirov bi Tirkî naxivîn, hunermendên Tirk anîn. Xwestin hemû tiştên aydê gelê Kurd tune bikin û bidin jibîrkirin. Xwestin vê yekê jî bi konser û festîvalan bikin.”

‘Her ku pêşiya me girtin em zêdetir xebitîn’

Sema Ozel Asî, destnîşan kir ku tevî êrîşên qeyûman jî girêdana xwe ya bi gel û hunerê re domandine û wiha got: “Hem weke jinek û hem jî weke hunermend, em li hemberî vê rawestiyan û têkoşiyan. Gel bi huner û nirxên xwe hene. Ji bo em van nirxan biparêzin û bidin jiyîn me her tişt kir. Piştî vê pêvajoyê careke din xebat ne asan bû lê belê me tu carî gav şûnde ne avêt. Niha jî li her qadê em xebatên xwe didin meşandin. Me tu qadên ku wan dixwest tune bike vala nehişt. Ji niha û şûnde jî em nahêlin.”

‘Divê li gundan malên hunerê werin vekirin’

Sema Ozel Asî, bang kir bi girtina şaredariyan û şandina qeyûman re divê hevserok destpêkê di qada hunerê de xebatan bidin meşandin. Sema Ozel Asî, di vê xalê de pêşniyar kir ku divê sazî li her derê careke din werin vekirin û ‘malên hunerê’ ji nû ve werin avakirin. Sema Ozel bi bîr xist ku bi vî awayî dikarin polîtîkayên asîmîlasyonê parçe bikin û got: “Di vê pêvajoyê de divê em xebatên bi hêztir bidin meşandin. Li her qada hunerê xebat bikin û saziyên xwe mezin bikin. Der barê hunera Kurdî de divê di her qadê de dewreyên perwerdeyan werin dayîn. Bi vî awayî em dikarin polîtîkayên asîmîlasyonê tune bikin û zimanê dayikê û nirxên xwe fêrî zarokên xwe bikin. Ji ber wê jî divê xebatên me bi taybetî li ser vê xalê bin.”