Jinên Şehbayê li dijî êrîşan peyam dan:Biryara me berxwedan û têkoşîn e

Li dijî êrîşên dewleta Tirk gelê Efrîn û Şehbayê herikîn qadan. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn wiha gotin:”Li dijî êrîşan biryara me berxwedan û tekoşîn e.”

Şehba- Dewleta Tirk û çeteyên wî bi balafirên şer seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike û binesaziyan dike armanc. Li dijî van êrîşan gelê Efrîn û Şehbayê meşek li kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxistin. Meş bi hildana wêneyên pakrewanan û pankertên bi nivîsên "Bimire Îxanet”, "Bi rihê berxwedanê em ê li berxwe bidin" herikîn qada çalakiyê. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn  nêrîn û bertekên xwe li dijî êrîşan anîn ziman.

'Li dijî êrîşan biryara me berxwedanî ye'

Elîf Omar êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir û diyar kir  ku wê li dijî êrîşan berxwedana xwe berdewam bikin û got: "Li seranserî herêmên me dewleta Tirk a dagirker êrîş dike û dixwaze gelê Kurd bide tunekirin. Duh bê navber li Til Rifet balafirên dagirkeriyê gelê sivîl topbaran kir. Em tu carî Şehbayê dernakevin û nahêlin xeyalên Erdogan pêk were. Em ji top û tivingên wî tu carî natirsin û berxwedana xwe bernadin. Li dijî êrîşan em çalakiyên xwe lidardixin û bertekên xwe jî nîşan didin. Her çendî êrîş jî bên kirin em amade ne û tu carî natirsin. Dê biryara me heya dawiyê berxwedan û têkoşîn be."

'Em hene û em ê hertim hebin'

Bêrîvan Cefer a ku li dijî êrîşên dewleta tirk beşdarî meşê bûye wiha nerazîbûna xwe anî ziman: "Em li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk daketin qadan û çalakiyên xwe bê tirs li dar dixin. Ev bû du roj bê navber bi balafirên xwe êrîşî herêmên me dike û dixwaze îrade û vîna gelên azadîxwaz bide şikandin wê tu carî negihêjin armancên xwe. Êdî bese tu kes nikare îradeya me bişkîne û em soz didin ku em ê li dijî êrîşan li berxwe bidin. Tu kes nikare Kurdan bide qirkirin. Em hene û em ê hertim jî hebin û azadiya xwe bi dest bixînin."