'Jin dikarin ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibin hêza çareserî'

Sekretera Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Davut diyar kir ku ew Sûriyeya rengîn û demokratîk dixwazin û got: “Jin bi rêxistinbûn û nîşandana helwestên xwe dikarin bibin hêza çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi taybetî pirsgirêka jinan.”

DÎREN ENGÎZEK 

Reqa – Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, li ser şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrişên dewşeta Tirk û çeteyên wî yê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derbarê têkoşîna jinan de em bi Sekreterya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Davut re axivîn. Sîham Davut diyar kir ku Rojhilata Navîn ji kaoseke mezin derbas bûye û ev yek weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn derketiye holê.

Sîham Davut bi bîr xist ku di sala 2003’an de bi destwerdana hêzên navneteweyî li ser Iraqê derbasî qonaxeke nû bû û got: “Vî şerî bi xwe re guhertin û veguhertin pêk anî. Li herêmê her roj bûyereke nû rû dide. Bi derketina hikûmeta zordar a Iraqê re li tevahiya Rojhilata Navîn şer dest pê kir. Bi pevçûnên li Lubnan û Filistînê û bihara gelan a ku di sala 2011’an de dest pê kir, serdemeke hesas li herêmê dest pê kir.”

'Şerê ku diqewime bi rastî şerekî cîhanê ye'

Sîham Davut da zanîn ku şerê di navbera dewlet û hêzên herêmê de şerê Rojhilata Navîn e û ev yek gav bi gav kûr dibe û wiha got: “Şerê li vir diqewime bi rastî şerekî cîhanê ye. Gelek dewlet xwedî plan û proje ne. Mînak dewleta Îranê dixwaze hîlalek Şiî çêbike, dewleta Tirk jî bi ala îslama Sunî hereket dike. Projeya mezin a Rojhilata Navîn jî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û yê dewletên rojava ye. Sermayedarên ku pergala cîhanê birêve dibin di krîzê de derbas dibin lewma hêzên ku li Rojhilata Navîn serwer in, difikirin ku dê ji vê krîzê derkevin. Loma jî van şeran didomîne.”

Sîham Davut diyar kir ku şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê û rageşiya di navbera Çîn û Taywanê de ji bo berjewendiyên aborî tê meşandin û got: “Dixwazin ji Hindistanê heta Îsraîl û Ewropayê, ji Îranê heta Tirkiye û Ewropayê korîdorên aborî vekin. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê ku di navbera Îsraîl û Hemasê de dest pê kir de, vê rewşa gelekî baş eşkere dike.”

'Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê krîzê kûrtir dike'

Sîham Davut bal kişand ku yên ji şer bi bandor bûne gel in û wiha got:

“Hêzên navneteweyî nakokî û tifaqên xwe yên li ser vê erdnîgariyê didomînin. Ên li vir bi bandor dibin gelên Rojhilata Navîn in. Kurd, Ermenî, Çerkez, Suryanî, Ereb û Tirkmen ji vî şerî zirarê dibînin. Gelê Sûriyeyê ji sala 2011’an û vir ve herî zêde êş kişandiye. Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ev krîz roj bi roj kûrtir kir. Civînên Astana û Cenevreyê hatin lidarxistin. Ji bo ji nû ve nivîsandina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê hevdîtin hatin lidarxistin. Neteweyên Yekbûyî biryara 2254 derxist lê yek ji wan nehat bicihanîn.”

'Tiştên ku gelên Sûriye û Xezayê jiyane yek in'

Sîham Davut da xuyakirin ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj berdêlan didin lê rêxistinên mafên mirovan bêdeng in û got: "Bi belgeyan hatiye diyarkirin ku welatiyên Sûriyeyê tên qetilkirin, jin rastî tundî û tacîzê tên bi taybetî li herêmên dagirkirî. Tiştê ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dijîn  wekî yên gelê Xezayê ne.”

Sîham Davut da zanîn ku gelê Xezayê 48 roj in di bin bombebaranê de ye, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan nîqaş dikin ka divê korîdoreke ewle bê vekirin û alîkarî bê dayîn an na û got: "Xelkê Xezayê û Îsraîl di bin qurbaniyên hêzên navneteweyî, di nava şerê berjewendiyên hêzên navneteweyî de mane.”

‘Çareserî bi diyalogê pêk tê’

Sîham Davut, anî ziman ku axa Sûriye û Xezayê bûne herêmên dewletên hegemonîk û peyaman didin hev û wiha berdewam kir: “Em li dijî her cure tundî, mirin, komkujî û zirara li ser gel in. Kîjan alî dibe bila bibe em qebûl nakin. Divê mafê jiyanê bê parastin. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêk divê bi dîplomasî û diyalogê çareser bibin her wiha pirsgirêka Îsraîl û Filistînê bi diyalogê divê çareser bibin.”

‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî divê bibe şêwaza jiyana me’

Sîham Davut, diyar kir ku yên herî zêde bedel didin jin in û wiha got: “Em ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê ve diçin. Weke hemû jinan, di serî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bibe şêwaza jiyana me. Divê em bi ruhê vê dirûşmê beşdarî jiyanê bibin. Weke jin em dikarin bibin hêza çareseriya pirsgirêkên herêmê. Bi hêza jinên cîhanê em dikarin bi deng, reng û helwestek hevpar tundiya li ser jinan rawestînin.”

Sîham Davut da zanîn ku ew jinên berxwedêr ên cîhanê bi rêzdarî silav dike û wiha got: “Ji xwişkên Mîrabal heta Zarîfe, Hevrîn û Bêrîtanan, li hemberî jinên têkoşer bejna xwe ditewînim. Ez weke jineke Kurd û siyasetmedar bang li jinan dikim. Hemû jin bi rêxistinkirina xwe û danîna helwest û xebatên xwe dikarin bibin hêza çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî pirsgirêka jinan. Em Sûriyeya demokratîk a rengîn dixwazin. Di vê çarçoveyê de em ê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna xwe bidomînin û bi ser bikevin.