Ji Kongra Star xebatên perwerdeya mêran

Li Til Temirê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê, Kongra Star perwerdeya mêran li ser sê rojan dest pê kir.

Hesekê - Di bin diruşmeya "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî" Kongra Star dest bi perwerdeya mêran a li ser sê rojan li navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di roja yekemîn de rêziknameya hundirîn a Kongra Star hedef û armancên wê ji aliyê Rêvebera Kongra Star Hêvîn Mûsa ve hat xwendin. Her wiha li ser rewş û pêşketinên ku îro jin di Şoreşa Jinê de jiyan dike, hişmendiya mêr a li ser wê tê ferzkirin û girîngiya guhertina wê hat nirxandin.

Li kêleka perwerdeyê Rêvebera Kongra Star Edla Dawûd, Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ridwan Xelef û Cîgerê Hevserokên Meclisa Navçeya Til Temirê Ehmed Heyder axivîn.

'Du xet û du hişmendî li bermaberî hev têdikoşin'

Edla Dawûd got ku ji ber girîngiya naskirina rêxistina Kongra Star di roja yekem de rêziknameya wê ya hundirîn hat xwendin û wiha dom kir: "Pir girîng e ku avakirina Kongra Star, hedef û armancên wê yên têkoşînê, merheleyên ku têre derbas bû were naskirin. Ji ber ku Kongra Star dibe nasnameya hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, divê ku her kes wê ji kûr ve nas bikin. Di roja yekem de nirxandinên erênî û neyênî jî hebûn, hişmendî û zihniyeteke xwedî du xet bûn, xetek girîngiyê dide azadiya jinê û xeta din jî a bi şeklekî nerim domandina koletiyê derket pêş. Mînak mêr nêrîn dide û dibêje bila zagonên parastina mafê jinan werin guhertin û rê bidin zewaca zarokan û zaroka 16 salî bizewcin, lê nêrîneke din ji mêrekî din derdikeve û dibêje: bêyî azadiya jinê demokrasî û wekhevî ne pêkan e û bêyî hevsengiya di navbera her du zayendan de, jiyan pûç dimîne."

'Bihevre têkbirina cahiliyetê di serdema 21'an de girîng e'

Edla Dawûd da zanîn ku erka ji wan tê xwestin ew e ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Pir girîng e îro em xwedî li keda Rêberê xwe derkevin û wî ji Îmraliyê fîzîkî azad bikin. Heman wextê pêwîst e ku civak hîn bêtir fikrê azadiya jinê a ku Rêber Apo pêşkêşkiriye, hembêz bikin û pêk bînin. Rêya ku me destpêkiriye pir dirêj e, em ê heta dawî ber xwe bidin û em baş dizanin wê têkoşîna me nehêsan be lê wê bi encam be. Dibe ku jin û mêr bi hev re di nav civakê de hewldanê guhertina hişmendiya xwe bidin, ji ber em di serdema 21'an de ne û divê ku em cahilîyetê têk bibin. Semîner perwerde têrê nakin, eger her du zayend bi xwe bi azadî û îradeya xwe ne bawer bin. Em hewl bidin urf û adetên civakî yên şaş li ser jin û mêr bi xwe hatine ferzkirin, analîz bikin û biguherin."

Cinsiyetperestî astengiyan avadike

Ehmed Heyder jî xalên girîng yên li hember azadiya jinê di civakê de dibe asteng wiha anî ziman: "Cinsiyetperestî yek ji xalên sereke ye ku li hember azadiya jinê û îradeya wê di nav civakê de dibe asteng, ku pêre jin nikare bi rola xwe rabe. Çawa mêr xwedî îrade ye, jin jî wiha ye her du zayend xwedî îradeyên serbixwene. Nivîskarek dibêje: Darek di bin siya dareke din de najî û mezin nabe, ji lewra di gerdûnê de du îrade hene. Ger em behsa civakeke azad û rûniştandina Netewa Demorkatîk dikin, di asta yekem de azadiya jinê girîng e pêk were. Jin a azad, civakeke azad e û civaka azad jî bingehê Netewa Demorkatîk e. Ji lewra cinisiyetperestî li hember civakeke azad, demokratîk, polîtîk û ekolojîk dibe asteng."

'A ku civakê ber bi azadiyê ve bibe, têkoşîna her du zayendan e'

Ridwan Xelef jî balkişand ser rewşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatên din û wiha cûdahiya wê bilêv kir: "Guhertinên ku îro li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye, gaveke balkêş e, lê rastî jin bi sedê salan e bi tundiya mêr re rû bi rû tê. Rewşa vir ji rewşa jinên Efxanî û Pakîstanî, jinên Bakur Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê cûda ye. Li van welatan tundiya li ser jinê pir pêşketî ye. Ji lewra jin çiqasî li ber xwe bide û têkoşîneke demorkatîk pêşbixîne wê civak jî azad bibe. Têkoşîneke demdirêj pêwîst dike ku hişmendiya mêr jî bixwere biguhere, ji ber şer û tundiya îro dibe giştî bi hişmendiya mêr e. Em xwedî li fikrê Rêber Apo yê ku di giştî Rojhilata Navîn û cîhanê de belav bûye, derkevin. Ji bo ku civak ber bi azadiyê ve bê birin, her du zayend pêwîste têbikoşin."