‘Ji bo amadekarina Hevpeymana Civakî beşdarbûna jinan ji sedî 50 bû'

Nura Al-Hamîd, destnîşan kir beşdarbûna jinan a di amadekirina Hevpeymana Civakî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn ji sedî 50 ye û balkişand ev pêşketin yek ji destkeftiyên Şoreşa Jinan a Rojava ye.

SÎLVA AL-ÎBRAHÎM

Minbic – Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di dîroka 12’ê Kanûna 2023’an de Hevpeymana Civakî ya ji 134 xalan pêk tê erê kir. Endama Komîteya Amadekariya Hevpeymana Civakî Nura Al-Hamîd got "Jinan bi rêjeyek adil bi mêran re beşdarî amadekirina pêşnûmeya hevpeymanê bûn” û naveroka hevpeymanê nirxand.

'Beşdarbûna jinan ji sedî 50 bû'

Nura Al-Hamîd, destnîşan kir Hevpeymana Civakî di çarçoveya Pergala Neteweya Demokratîk a ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate avakirin de, hatiye amadekirin û wiha got: “Hevpeymana Civakî, ji bo herêmê  wesfek destûrabingehîn hildigre. Hevpeyman bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmê hate nûkirin. Di peymanê de mafên jin û zarokan tê garantîkirin. Ji sedî 50’ê jinan beşdarbûna amadekariya hevpeymanê, di dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cara ewil e.”

'Pêwîstî destkeftî bên misogerkirin'

Nura Al-Hamîd, bal kişand ser girîngiya avakirina civakek exlaqî û siyasî û wiha got: “Di Hevpeymanê de gelek mijarên wekî beşdarbûna jinan di pozîsyonên rêveberiyê de, domandina jiyanek azad û di malbat  û gelek qadên jiyanê de bidestxistina mafên xwe cih digre. Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket holê, şoreşek civakî ya jin pêşengtiya vê kirin e. Ji ber vê yekê divê ev destkeftî ji aliyê jinan ve bên garantîkirin. Hevpeyman ji bo di civakê de xurtkirina regezên demokrasiyê dibe alîkar.”

'Hevpeyman hêviya çareseriya qeyrana Sûriyeyê dihewîne’

Nura Al-Hamîd, bi bîr xist ku hikûmeta Şamê ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê û pêşxistina pergalek yekgirtî, avakirina diyalogê ya bi Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk re red kir û wiha got: “Hevpeymana Civakî wesfa destûrek bingehîn ku îradeya gel temsîl dike dihewîne. Ev hevpeyman hêviya çareseriya qeyrana Sûriyeyê dihewîn e. Madeya 133'a di hevpeymanê de pêşbînî dike ku ger li Sûriyeyê li ser destûrek bingehîn ya demokratîk lihevkirinek pêk were, wê hevpeymana Civakî dikare bê guhertin.”