‘Ji ber zextên civakî jin li xeta alîkariyê nagerin’

Karmeneda xeta alîkariyê 119 Razaw Elî dibêje ku gelek caran ji ber tirsa civakê jin pêwendî bi vê xetê re danaynin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Tundiya li hemberî jinan di piraniya civakên paşketî de berdewam dike ji bo vê yekê jî gelek welatan xeteke taybet a pêwendiyên bi jinên ku rastî tundiyê tên re hatiye avakirin. Li herêma Kurdistanê xeta 119 ku di sala 2018’an de hatiye vekirin. Lê belê beşek ji jinan ji ber tirsa civakê nikarin li vê xetê bigerin, beşek zêde ya kesan jî ji vê xetê agahdar nîn in.

Xebatkara xeta 119 Razaw Elî diyar kir ku xeta 119 ji bo pêşîlêgirtina tundiya li hemberî jinan û malbatê ye li Silêmaniyê xizmetê dike û xet 24 saetan vekiriye û wiha got: “Ev xet xizmeta zagonî, derûnî û civakî pêşkêş dike. Hemû kesên malbatê dikarin jê sûd bigrin, ew kesên ku pêwendî bi me re datînin ger pirsgirêkek hebe em li gel xebatkarên 119 kom dibin û bi hevkariya 104 tîman dişînin ew cihê ku tundî lê tê kirin. Ger kesek bixwaze gilî bike, navnîşan û agahî em didin, da ku karê wan asantir bibe.”

‘Tundî zêde dibe’

Razwa Elî da zanîn ku ên pêwendiyê bi xeta 119 re datînin dikarin ji bo ewlehiya xwe navê xwe nedin û wiha domand: “Her çendî hemû agahî li gel me tên parastin jî em wan agahiyan ji kesên ku pêwendiya me bi wan re heye digrin. Nav û cihê lê dimînin û kesê ku tundî lê kiriye, li gel hejmara telefonê em digrin. Her çendî tundî roj bi roj zêde dibe jî ev xet û rêveberiya me ji bo kêmkirinê û daneyên tundiyê kar dikin. Sedemên sereke yên zêdebûna tundiyê ji ber nehişyariya kesan bikaranîna medyaya dijîtal e. Agahiya dayik û bavan ji zarokên wan nîn e ka çawa medyaya dîjîtal bi kar tînin. Lê mixabin rêjeya zêde jin in. Ji ber di civaka me de zêdetir tundî li jinan tê kirin.”

‘Gelek kes haya wan ji vê xetê tune ye’

Razwa Elî bi bîr xist ku xeta 119 di sala 2018’an de hatiye damezrandin û wiha got: “Her çendî me hewldanek zêde dabe jî ji bo nasandin û kêmkirina daneyên tundiyê, bi taybetî di du hefteyên pêşîlêgirtina tundiya li hemberî jinan de li dibistanan gelek semîner hatine dayîn. Ji derveyî wê jî rojane em hişyariyê belav dikin. Di nava kesên civakê de li gorî pêwîst şarazabûn nîn e. Em baweriyê didin ew kesên ku pêwendiyê bi xeta 119 re datînin. Ji ber ku hemû siriyet li gel me tên parastin.”

Li saziya parastinê di her warî de xizmet tên kirin

Civaknas Pepula Abdullah a di rêveberiya saziya pêşîlêgirtina tundiya li Silêmaniyê de dixebite jî behsa karê rêveberiyê û malbatê kir û got: “Çend odeyên wê hene, her yekê ji bo kesek taybet e ji bo kesên ku berê xwe didin vê derê. Di odeya pêşwaziyê de dozan digrin û li ser odeyan dabeş dikin. Di rêveberiya odeya civakê ya lijneya derûnînas de, civaknas û kesên zagonan dizanin hene û hevdîtinê li gel kesên xwedî pirgirêk dikin. Her wiha odeya karêger heye ku salane daneyên tundiyê kom dike û tomar dike. Odeya xeta germ a 119 heye ku 24 saetan bersiva kesên xwedî pirsgirêk dide. Odeya xizmetguzariya zagonî heye ku tê de parêzerên xwebexş ji bo kesên xwedî pirsgirêk dabîn dike û bersiva her pirsa zagonî dide. Odeya xizmeta derûnî jî alîkariya kesên xwedî pirsgirêk dike û bûyeran zûtir derbas dikin ji bo ku vegerin nava civakê. ”