‘Hemû welat li beramberî sûcan bêdeng dimînin’

Nahla Al-Dabaa ya Misrî, balkişand ku li Xezayê ji bo jin û zarokan rêgezên mafên mirovan tune tên hesibandin û diyar kir hemû welat li beramberî sûcan bêdeng dimînin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Avakera Komeleya zarok û jinan a Sabya Nahla Al-Dabaa, bal kişand ser êrîşên Îsrailê li ser Xeza û da zananîn ku peymanên navnetewî û rêgezên mafê mirovan tune tê hesîbandin. Nahla Al-Dabaa diyarkir ku Netewên Yekbûyî (NY) jî di navde saziyên cûda li dijî êrîşên Îsrailê tu helwestek nîşan nedane û têkiliya Îsrailê bi dewletên din re gelek nîşanên pirsê derxistine holê.

‘Dibin temaşevanên sûcên ku tên kirin’

Nahla Al-Dabaa destnîşan kir ku li dijî jinên Filistinê sûc tên kirin, di şerê herî dawî ê Xezayê de zêdeyî 10 hezar zarok hatine qetilkirin û got: “Hemû li ber çavê cîhanê tê pêkanîn. Dibin temşevanên sûcên ku tên kirin û tiştek nayê kirin.”

Nahla Al-Dabaa bi bîrxist ku şertên şer xebitina saziyên jinan jî asteng dike û wiha got:

“Di komeleya me a Sabya de, tu alîkariyekê nagre. Xebatên xwe bi hevkariya saziyên ku di qada mafê mirovan de kar dike, berdewam dike. Li Misrê hejmara koçberan zêde dibe. Ev rewş bandorê li saziyên jinan ê xebatê û projeyên wan dikin. Di derbarê alîkariya psikolojik a li bermaberî koçberan, xebatên hişyarîkirinê û di mijara pêkanîna zagonan de rolek giring dikeve ser milê saziyên jinan. Hê zêdetir hewldana piştgiriya dewletê û hemû hêzan pêwîste.”