Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 28 hezar û 663

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 663.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya Xezeyê Eşref el-Qudra, derbarê êrîşên Îsraîlê yên 132 roj in li dijî Zîvala Xezayê didomîne de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hezên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Zîvala Xezayê 87 Filistîniyên din jî qetilkiriye û hate diyar kirin hejmara kesên ku li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan bû 28 hezar û 663.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê di êrîşên dawî da 104 Filistînîyên din jî birîndar kirine û hejmara birîndarên li Zîvala Xezayê bû 68 hezar û 395. Her wiha di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin heta niha jî cenaze di bin kavilan û li kêleka rê de asê mane, lê ji ber astengiyên Îsraîlê, ekîbên tenduristiyê û karkerên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.