Gulnaz Karataş li Til Temirê hat bibîr anîn

Kongra Star a navçeya Til Temirê yek ji fermandarên pêşeng ya artêşbûna jinên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bibîr anîn.

Hesekê – Bi pêşengiya Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, fermandara artêşbûna jinên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera wê ya 31'an de hat bibîr anîn.

Di çalakiya bibîr anînê de piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongra Star Madlên El-Ibêd ve hat xwendin.

'Bêrîtan efsane ye'

Daxuyanî wiha bû:

"Gulnaz Karataş ya ku bi xwîna xwe lehengtiya herî hêja ya şehadetê nivîsand û bû sembola jina bi hêz, têkoşer a ku teslîmiyetê qebûl nake. Ji zarokatiya xwe de li dijî urf û kevneşopiyan serî hilda û serî netewand. Piştî ku tevlî nava refên partiyê dibe û pêşketinên mezin bi dest dixe, ji têkoşînê hez kir û tevlîbûna partiyê ji bo têkoşînê cihê rast dît. Çalakiya ku rêheval Bêrîtan pêk anî li gelek cihan deng veda û bandorek mezin li gelê me kir û heta îro jî nav û kesayeta Bêrîtan di nava gel de efsane ye. Têkoşîna rêheval Bêrîtan ne tenê di vê pêvajoyê de di heman demê de li dijî xiyanetê bû dengê heqîqetê, di şerê başûr de bû sembola berxwedanê ya ku xeta azadiyê li hemberî tinekirina xiyanetê temsîl dike. Ji bandora rêheval Bêrîtan de gelek pêşmergeyan çekên xwe radest kirin û ji şer vekişiyan.

'Em ê artêşa ku Bêrîtan afirandiye xurtir bikin'

Rêheval Bêrîtan xeta îxanetê şikand û rûpelek nû di dîroka Kurdistanê de vekir, bi saya rêheval Bêrîtan artêş û îradeya jinê ava bû û ne tenê bandor li xeta jinê ya di nava Partiya Karkerên Kurdistanê de kir, lê ket nava giştî artêşê. Em ê artêşa jinê ya ku rêheval Bêrîtan afirandiye xurtir bikin û heta nefesa xwe ya dawî şoreşa 'Jin jiyana azadî' a ku li Rojhilat û Rojava deng veda biparêzin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.