‘Gotina dawî ya bavê min ‘xwedî li girtiyên nexweş derkevin’ bû’

Di girtigehan de binpêkirina mafan her diçe zêde dibe, girtiyên nêxweş dema bi mirinê re rû bir û dimînin tên tehliyekirin. Keça Abdulhalîm Kurtay Herdem Merwanî ku yek ji wan girtiyan e got: “Bila ji girtîgehan darbest dernekevin.”

MEDÎNE MAMEDOĞLU 

Amed – Li Tirkiyê û Kurdistanê mafê herî bingehîn ên mirovî tê binpêkirin, taybetî jî ji bo girtiyên nexweş ev rewş her ku diçe xerabtir dibe. Girtiyên nexweş ên ku tevî pirsgirêkên wan ên giran tenduristiyê nayên berdan, bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Dikarin di girtîgehê de bimînin" terkî mirinê tên hiştin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rewşa hezar û 517 girtiyên nexweş ku 651 jê nexweşên giran in, roj bi roj girantir dibe û malbatên ku ji bo xizmên xwe têdikoşin jî hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.

Tecrîd li hemu qadan didome!

Li gor rapora IHD tene di sala 2023’an herî kêm 34 girtî jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Cemal Tanhan ê 68 salî yê nexweşê penceşêrê yê qonaxa 4’emîn bû. 30 sal li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê girtî bû, ji ber celteya mejî derbas kir, di 4'ê Kanûna 2023'an de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yilmaz Ozalp ê li nexweşxaneya ku lê rakiribûn di bin çavdêriya giran de bû biryara berdanê hat dayîn. Yilmaz Ozalp li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Tevî bangên malbatan jî Wezareta Edaletê di vê pêvajoyê de tu gavên mayînde neavêt. Şert û mercên jiyanî ên girtiyên nexweş her roj diçe xerabtir dibe. Greva birçîbûnê ya ku girtiyên ku dibin tecrîtê de ne di 27ê Mijdara 2023 de li dijî binpêkirinên li girtîgehan dabû destpêkirin berdewam kir.

Dema ber bi mirinê bû hat tehliyekirin!

Abdulhalim Kirtay ê 75 salî ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên ÎHD'ê de cih girtibû, tevî hemû bangawaziyan tenê 2 meh beriya serbestberdanê hat berdan. Abdulhalim Kirtay ê ku li Dadgeha Ewlehiya Dewletê dihat darizandin û di vê heyamê de rastî gelek îşkenceyan hatibû, bi gelek nexweşiyên kronîk ketibû. 51 roj piştî berdana xwe di 22’ê Adara 2023’an de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Bi bavê xwe re salên wê di girtigehan de derbas bû!

Keça Abdulhalim Kirtay, Herdem Merwanî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir kur bavê wê bi zanebûn terkî mirinê hatiye kirin û diyar kir ku divê raya giştî der barê girtiyên nexweş de hişyariyeke cidî bide. Herdem Merwanî di berdevamiya axaftina xwe de bibîrxist ku her ku diçe şerd û mercên girtigehan xerabtir dibe û divê xalê de hem bang li partiyên siyasî û gel kir. Herdem Merwanî jî ku 13 saliya xwe de li ser îfadeya şahidan piştî 3 mehên binçavkirinê 13 sal di girtîgehê de maye. Herdem Merwanî bal kişand ser zêdebûna tecrîd û binpêkirina mafan a li girtîgehan. Herdem Merwanî di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Min bavê xwe winda kir lê nayê vê wateyê ku ezê pirskirêkên ku di girtigehan de tê jiyîn dur bikevim. Ez bixwazim nexwazim jî nikarim ji wir qut bibim, ji ber ku dilê min li vir ma. Ger îro rewşa girtigehan çawa be ya civakê jî wisa ye. Dema em îro li dîroka Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku di her serdemê de girtîgeh bi pirsgirêkan re rû bi rû mane. Ev pêvajo bi îşkence û zextên bêhejmar hatiye vê astê.”

‘Ger pirskirêk çareser bûna grevên birçîbûnê destpê nedikir’

Herdem Merwanî bi bîr xist ku wan weke malbat ji bo girtiyên nexweş nobeda Edaletê ku salek û 3 meh berdevam kir, li dar xistine û wiha got: “Me weke malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş bên berdan salek û 3 meh nobeda edaletê li dar xist. Ev di civakê de bandorek xwe çêkir lêev rewş neket rojeva aliyên berpirsiyar. Ji bo me ya herî giran ev bû. Ger pirskirêk çareser bûbûna malbat jî dîsa dest bi nobetê nedikirin. Aniha jî di girtigehan de greva birçîbûnê heye. Malbatan ji bo piştgirî bidin girtiyan dest bi nobeta edaletê kirin.”

‘Berpirsiyar kor, kerr û lal in’

Herdem Merwanî anî ziman ku pirsgirêkên girtiyên nexweş çavkaniya xwe ji tecrîdê digire û wiha axaftina xwe berdevam kir: “Em giştî di girtigehek vekirî de dijîn. Tecrit li her deverê jiyanê ye. Di vê xalê de divê civak erka ku dikeve ser mile wê pêk bîne. Dema em îro meyze dikin tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, li her derê civakê heye. Ez îro bi awayekê azad nikarim bifikirim. Tê xwestin ku ev jî di civakê de bê asayîkirin. Ev rewş li her derê jiyana me belav bûye. Tecrîd sucek mirovî ye û divê tavilî bê rakirin. Tekoşîna ku îro malbat didin tekoşînek bi maf e. Divê ev pirskirêk çareser bibe. Rewşên ku di girtigehan de tê jiyîn ne tenê pirskirêkên xizmên girtiyan e yê hemû kesan e. Îro partiyên siyasî naxwaxin vê rewşê bibînin lê mecbur in bibînin. Çawa ku îro malbatên girtiyan li berxwe didin, divê civak jî têkbirina tecrîdê bike armanc.”

'Divê em bibin dengê wan'

Herdem Merwanî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê di zûtirîn dem de daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û wiha pê de çû: “Divê îro cenazeyek din ji girtîgehan dernekeve. Em ji bo vê têdikoşin. Encama vê têkoşînê divê çareseriyên mayînde bin. Li ser vê yekê divê hemû berpirsyar dengê me bibihîzin. Gotina bavê min a dawî 'Li girtiyên nexweş xwedî derkeve' bû. Divê em bibin dengê hemû girtîgehan û li hemberî van zextan bêdeng nemînin."