'Divê ji bo jinên Lîbyayê projeyên aborî bên hilberandin’

Jinên ku li Lîbyayê tevî zextên civakê jî di jiyana kar de cih digrin, her çend wek yasayî nayên astengkirin jî tu piştgirî nabînin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî - Aktîvîstên jin ên Lîbyayî, dixwazin li welatê wan jin di jiyana kar de cih bigrin û wek aborî bên bihêz kirin.

Siyasetmedar Şem Bufana, diyar kir yasayên aborî ji bo jinan "baş û motive dike" ye û wiha axivî: "Lêbelê feraseta baviksalar beşdarbûn û hebûna jinan a ji bo qada aboriyê asteng dike. Gelek jinên arasteyî qada aborî dibin, ji ber feraseta mêr di civakê de rastî gelek zehmetiyan tên. Em difikirin rolek girîng a medyayê jî di vê mijarê de heye. Divê beşdarbûna jinan a ji bo qada aborî motîve bike.”

Civak bihêzbûna jinan asteng dike

Parêzvana mafan Hanan Muhammad, tu astengî û sînordarek beşdarbûna jinan a ji bo jiyana kar sînordar dike nîne. Hanan Muhammed, wiha got: “Qanûnan asteng nake ku  jin di qadên cuda yên aborî de projeyên xwe ava bikin, lê nêrîn û redkirina civakê ya têkildarî beşdarbûna jinan a karên aborî xelet e. Piraniya projeyên aborî ya li Bîngazî, ji qad û pisportiyên cuda hejmareke zêde jinan dihewîne.”

Mamosteya zimanê Erebî û xwendekara lîsansa bilind Hanaa Al-Şexnî jî, nêrînên xwe yên der barê mijarê de wiha parve kir: “Ez difikirim projeyên di qada aborî de biçûk in. Ez bawer dikim hikûmet ji bo jin projeyên xwe avabikin, piştgiriya pêwîst nade. Projeyên heyî armancên aborî yên jinan bi cih nayne. Tevî hebûna pêşniyar û fikrên ji bo projeyên mezin jî, hikûmet vê yekê nake. Divê ji bo pêkanîna van projeyan piştgiriya pêwîst bê misoger kirin.”

Tê xwestin projeyên jinan bên piştgirî kirin

Parêzvana mafan Nesrîn Muhammad jî, da zanîn projeyên jinan ên li Lîbyayê ji piştgirî parastina yasayî bêpar e. Nesrîn Muhammad, wiha got: “Bi taybetî gelek jinên ku projeyên xwe pêktînin, jinên ku debara malbata xwe misoger dikin in. Pêwîste rayedaran piştgiriyê bidin projeyên jinan. Divê ji bo jin bi awayekî aktîf beşdarî mezinbûna aboriyê bibin, proje bên hilberandin.”