Di Meşa Azadiyê de hejmara binçavkirinan zêde dibe

Di dema astengkirina Meşa Azadiyê ya Amedê de 28 kes hatin binçavkirin.

Amed- Meşa ku di pêşengiya TJA, DTK, DBP, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û HEDEP hat lidarxistin  de 28 kesên hatin binçavkirin. 

Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeya Yenîşehîrê û Qereqola Şehîtlîkê. Tê diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.