Dayikên Efrînî: Me axa xwe ji dijmin diparast

Jinên Efrînê di Berxwedana Serdemê de bi hilgirtina çekan li dijî dagirkeriyê parastina axa xwe kirin. Jin û dayikên Efrînê mohra xwe li dîrokê dan û teqez kirin ku wê ji bo welatê xwe her dem fedakariyê bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Dîroka 20'ê Çileya 2018’an de roja ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşê herêma Efrînê kirin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê, şêniyên Efrînê li dijî êrîşên hovane, bi Berxwedana Serdemê mohra xwe li dîrokê dan. Di Berxwedana Serdemê de 58 rojan gelê Efrînê bi pêşengiya jinan parastina axa xwe kir.

Dayikên Efrînî li kêleka zarokên xwe yên ku di çeperên şer de parastina axa xwe ji dijmin dikirin, biryar girtin ku li gund, kolan û taxan çekan rakin ser milên xwe û parastina axa xwe bikin. Dayikên ku kêlî bi kêlî parastina axa xwe dikirin û çek hildabûn ser milên xwe behsa kêliyên Berxwedana Serdemê kirin.

'Me kêlî bi kêlî parastina axa xwe kir'

Fatimê Hisên Reşo ku li navçeya Recoyê li kêleka şervanan di Berxwedana Serdemê de çek hilda ser milên xwe û parastina axa xwe kir wiha behsa wan kêliyan kir: "Dewleta tirk a dagirker şerekî dijwar li dijî Efrînê dikir. Li dijî van êrîşan weke dayik em li kêleka zarokên xwe sekinîn û me berxwedana xwe li dijî dagirkeran berdewam kir. Zarokên me li eniyan parastina axa xwe dikirin. Me jî di nava gund û taxên xwe de parastina axa xwe dikir. Me biryar girtibû ku tu carî axa xwe ji dijmin re nehêlin. Di Berxwedana Serdemê de me tirs tu carî nas nedikir, bi roj û şev me parastina gelê xwe dikir û qet em ranediwestiyan. Axa welatê me ji canê me buhatir e û ji bo wê em çi bikin jî qet ne poşmam in. Li dijî balafirên wan me 58 rojan berxwedana xwe domand. Êrîşên gelek dijwar bi ser me de anîn ji ber vê yekê em koçber bûn û me dagirkeriyê li ser xwe qebûl nekir. Em ê bi berxwedana xwe vegera Efrînê misoger bikin."

'Em bi erka xwe rabûn'

Sahîle Henan Birîm a ji gundê Qîbarê yê navenda bajarê Efrînê jî erka parastina axa xwe girtiye ser milên xwe ev tişt anî ziman: "Şerekî hovane dewleta tirk anî ser me li Efrînê. Kêlî bi kêlî me parastina axa xwe dikir û gel li gund diparast. Em li pey zarokên xwe bûn wan li eniyan şer dikir me jî li gundên xwe parastina xaka xwe dikir. Heya dawiyê bê teredut em bi erkên xwe rabûn. Niha jî em careke din parastina xwe ji dagirkeran dikin û em qet ranawestin. Em parastina rûmeta xwe dikin ji ber vê yekê serkeftin misoger e. Em li ser şopa pakrewanên xwe dimeşin û tu carî gavan paş ve navêjin. Em ê bi saya xwîna pakrewanên xwe Efrînê ji dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bikin û bi serbilindî berê xwe bidin Efrînê."

'Kêliyên bi êş û serkeftî bûn'

Emîna Aslan Mihemed li navenda bajarê Efrînê parastina xaka xwe li kêlek şervanan dikir kêliyên Berxwedana Serdemê wiha vedibêje: "Erdoxan bi çekên herî giran û qedexe êrîşî Efrînê kir. Me gelek zehmetî û êş kişandin, li kêleka wê me berxwedana xwe jî didomand. Kêliyên bi êş û serkeftî me di Berxwedana Serdemê de jiyan. Rengê jinan di wê berxwedanê de li pêş bû. Me li kêleka hêzên xwe li ser bendên kontrolê parastina axa xwe dikir. Di nava kolan û taxên bajêr de jinan çek rakirin ser milên xwe û li dijî êrîşan bersiva berxwedanê dan. Dema ku êrîş dikirin hevalên me li kêleka şehîdan bûn û dîsa jî tirs nediket dilê me, me hêzê ji pakrewanên xwe digirt. Kêlî bi kêlî em li kolanan bûn. Di Berxwedana Serdemê de çi ji me bihata xwestin em amade bûn ji bo welatê xwe. Derketina me ji Efrînê cihê êşê bû lê em ê vê êşê veguherînin kêfxweşiyê û Efrînê azad bikin."