Dayîkên Şemiyê yên li dijî drpêçê meşiyan hatin astengkirin

Meşa Dayîkên Şemiyê ya bi qurnefîlan ku dev ji Qada Galatasarayê ne berdan, hat astengkirin û 20 kes hatin binçavkirin.

Stenbol- Dayîkên Şemiyê, xizmên windayan ên ku 26 hefte ne li qada Galatasarayê tên astengkirin, bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê di hefteya 27'emîn de careke din destûr nehat dayîn ku bikevin qadê.

Dayîk û parêzvanên mafên mirovan ên ku ji Qada Galatasarayê derbas nebûn, di hefteya 967’an de ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û xwestin kiryar bên darizandin, xwestin biçin Qada Galatasarayê. Tevî biryara “îhlalê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî dîsa hat astengkirin.

Çalakiya vê hefteyê ji aliyê Wekîlê Partiya Karkerên Tirk (TÎP) Ahmet Şik, Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek parêzvanên mafên mirovan ve hat piştgirîkirin.

Li dijî dorpêçê meşiyan

Tevî ku bi sedan polîsan bi mertalên xwe hewl dan gelek kolanên kêlekê bigrin jî, girseyê dorpêçê derbazkirin û meşiyan. Girseya ku meşa xwe berdewam kir ji aliyê gelek polîsan ve hatin astengkirin û hatin dorpêçkirin. Kesên dorpêçkirî bi kelemçeya berovajî hatin binçavkirin.

Piştî ku girse hat dorpêçkirin Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzera mafan Oya Ersoy bi qurnefîlên di destên xwe de meşiyan û xwestin bikevin qadê. Gulseren Yolerî û Oya Ersoy ku dorpêça polîsan protesto kirin, qurnefîlên sor ên di destên xwe de nîşanî polîsan dan û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr anîn. Gulseren Yolerî û Oya Ersoy diyar kirin ku dorpêç û binçavkirin ne hiqûqî ye û diyar kirin ku ew ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.

Nêzî 20 kes hatin binçavkirin

Di mudaxeleya polîsan a ku piştre dewam kir de, Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî jî di nav de nêzî 20 kes bi kelemçeyan hatin binçavkirin.