Dadgehkirina rojnamevanan li Îranê hat dîtin

Rûniştina doza rojnamevanên îranî Nîlûfer Hemedî û Elaha Mihemedî yên girtî hat dîtin. Rojnamegeran sûcên li ser xwe red kirin û gotin, "Dilsoziyamin bi gel re ye, ez xwe weke dengê wan dibînim."

Navenda Nûçeyan- Der barê rojnamevan Nîlûfer Hemedî a ku yekem car bû ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nûçeya Jîna Mahsa Emînî a di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve hate qetilkirin û Elaha Mihemedî di merasîma cenazeyê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” giştî cîhanê ragihandibû doz vebû, di 25-26'ê Tîrmehê de li Şaxa 15'an a Dadgeha Şoreşê hate dîtin. Tê payîn ku danişîna ku hat dîtin wê danişîna biryarê be.

Di doza ku yekemîn rûniştina wê di 29ê Gulanê de hat dîtin de, rojnamevan bi îdea "hevkariya bi dezgehên îstîxbarata biyanî re û propagandaya dijî Îranê" tên darizandin.

'Me hewl da ku nîşan bidin gel çi jiyan dikin'

Elaha Mihemedî a ku yek ji wan rojnamevanan e ku di dadgehê de tawanên li ser wan dihatin kirin qebûl nekir, di parastina xwe de got ku ew 15 sal in karê rojnamevaniyê dike û di tevahiya karê xwe de hewl dide tiştê ku  gel jiyan dike nîşan bide. Dadgeh li şûna girtina rojnamegeran divê guh bide rojnamegeran û wiha got: “Ez dikarim bi serbilindî bibêjim ku tu carî têkiliya min bi hikûmetên biyanî re nebûye û ji ber ku ez xwe wekî dengê gel dibînim, dilsoziya min bi gel re ye.”

Hevjîna Elaha Mihemedî, Seîd Parsayî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku ew li bendê ne di nav çend rojan de biryarek der barê rojnamevanan de bê dayîn.

Rojnamegerên li girtîgehên Karçak û Ramînê dimînin di 1'ê Gulanê de sewqî Girtîgeha Evînê hatin kirin. Zêdetirî 100 rojnamevan û zêdetir ji 20 hezar hemwelatiyên çalak di dema serhildanên Îranê de hatin girtin.