Li Akbelenê berxwedan didome: Leşkeran carek din êrîş kir

Li Daristana Akbelenê, leşkeran êrîşî serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û parêzvanên jiyanê ku dixwestin biçin qada ku dar lê tên birîn kirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Burcugul Çubuk jî hat derbkirin.

Navenda Nûçeyan- Berxwedana Îkîzkoyan û parêzvanên jiyanê ya li dijî qetlîama xwezayê ya ji aliyê YK Enerjî ya hevparê Limak Holding û IC Holdingê ve li Daristana Akbelenê ya li Îkîzkoya navçeya Mîlasa Mûglayê ji bo berfirehkirina qada xwe didomîne, ket roja xwe ya 5’emîn.

Jêkirina daran didome

Piştgiriya ji bo berxwedana gundiyan û parêzvanên jiyanê ya li Akbelenê didome. Koma duyemîn a ku ji Stenbolê hat Akbelenê serê sibê gihîşt herêmê. Ji navçeyên Muglayê jî bi sedan kes ji bo piştgiriya berxwedanê hatin Akbelenê.

'Ma ji bilî parastina axa xwe çi sûcê me heye'

Li aliyê din serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu yê ku hat diyarkirin duh hatibû heyeta pê re îro danê sibehê hatin Akbelenê ku berxwedan lê didome. Kemal Kiliçdaroglu guh da daxwazên gel. Ji Komîteya Hawirdorê ya Îkîzkoyê Necla Işik, destnîşan kir ku dixwazin dawî li birîna daran bînin û wiha got:

"Gelo Wezareta Çandinî û Daristanê ne mukelefê parastina van daristanan e? Ma neçar e bifiroşe fîrmayên çavbirçî? Ger Akbelen biçe dê Kazdaglari (Çiyayên Îda) biçin dê Îlîç biçe dê welat biçe. Dawî li vê birînê bînin. Hûn nizanin ev 4 roj in çi tînin serê me. Li pêşiya kesên ku gaza îsotê li xaltîkên 80 salî dikin û bi jopan li wan didin hene. Ji bo mirovên bi salê hilberînin vê yekê rewa dibînin. Ma ji bilî parastina axa xwe, çi sûcê me heye? Çawa ku me 4 salan serî netewand, em ê li ber xwe bidin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, li ber xwe bidin. Em ê daristanên xwe neterikînin."

Gundiyek din jî wiha got: "Em perçeyek dibin dest û milên me tên jêkirin. Destên xwe ji van daran bikşînin. Em dixwazin demildest ev birîn bê rawestandin."

Gundiyên Deşnê: Qadên me yên jiyanê radestî şîrketan nekin

Şêniyên gundê Deştinê ku li dijî kargeha çîmentoyê li ber xwe didin jî di vê navberê de hatin herêmê. Gundiyên ku bang li Kemal Kiliçdaroglu kirin wiha gotin: "Em 30 sal in li hemberî fabrîqeya çîmentoyê li ber xwe didin. Êdî vê yekê bibînin. Ruxsata me betal nabe. Me jî bibihîzin. Qadên me yên jiyanê radestî şîrketan nekin." Di axaftinan de hin welatiyan kêliyên hestiyar jiyîn, dirûşmên "Dawî li birîna daran bînin” û "Heta ku em nebêjin xilas, ev doz bi dawî nabe" hatin berzkirin.

Kemal Kiliçdaroglu: Ez bi we re me

Piştî gundiyan, Kemal Kiliçdaroglu jî wiha axivî: "Sedema hatina min a li vir, ji bo vegotina derdên we avakirina derfetan e. Axaftina min a li Enqereyê ne girîng e, vegotina we girîng e." Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku ev dar ên 85 milyon kesan e û wiha axivî:

“Ev daristan ne tenê cihê daran e, li daristanê bi hezaran zindî hene. Ger em mafên hemûyan neparêzin, em ê erka xwe pêk neynin. Ma min vala digot çeteya pênc kesî. Li hemû Tirkiyeyê ev hene. Lê hûn li ber xwe didin. Ez bi we re me. Têkoşîna we ne têkoşînek ji rêze ye, têkoşîna mafan e. Têkoşîna mafan ne şexsî ye, têkoşîneke kolektîf e. Ji we re soza min heye; ez ê heta dawiyê vê dozê bişopînim. Her wiha em ê wekîlên parêzer di vê mijarê de erkdar bikin. Ez doza we jî pir baş dizanim."

Bi dirûşman hat şermezarkirin

Kemal Kiliçdarogluyê ku piştî hevdîtina bi gundiyan re li wesayîda xwe siwar bû, piştî gel dirûşmên “Ne wesayîd, barîkat" berz kirin, bi heyeta li gel xwe re çû qada ku dar lê tên birîn. Leşkeran bi îsot, çop û mertalan êrîşê, gelê ku xwest piştî Kemal Kiliçdaroglû biçe qada ku dar lê tên birîn kirin.

Parlamenter Burcugul Çubuk hat derbkirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk, ji aliyê leşkeran ve hat derbkirin û birin pişt barîqatê. Burcugul Çubuk a ku hewl hat dayîn bê binçavkirin, piştî hat fêmkirin parlamenter e hat berdan. Di mudaxeleya ku TOMA û gaza îsotê hat bikaranîn de gelek kes bi bandor bûn.