Li Colemêrgê di 7 mehan de 6 mirinên bi guman

Li Colemêrgê di 7 mehên dawî de 6 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsîna der barê mirina Muhabbet Ceran a yek ji jinên jiyana xwe ji dest da hat vekirin de, tevî îfadeyên bi guman û delîlên jî bi neşopandinê encam bû.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg- Li gorî daneyên Jinnewsê, di meha Hezîrana borî de 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 24 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li welatê ku hêj der barê mirinên bi awayekî guman de lêpirsîneke berfireh nehat meşandin de, mirinên bi awayekî guman bi qetlîamên jinan birêje zêde dibe. Yek ji wan bajarên ku ev mirin herî zêde tê jiyîn, lê di çapemeniyê de qet cih nagre jî Colemêrg e. Li bajarê ku di 7 mehên dawî de 6 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, ji ber mekanîzmayên nayên xebitandin, sedemên mirina jinan nayên lêkolînkirin.

Muhabbet Ceran bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da!

Di lêkolînên me der barê mijarê pêkanî de, me xwe gihand dosyaya Muhabbet Ceran a ku di meha Çile de li bajêr bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Di dosyaya ku tevî 4 gumanbaran û îfadeyên nakok jî dozger biryara neşopandinê da, reftarên gumanbaran a dema bûyerê jî ji bal dikşîn e. Bûyer di 24’ê Çileya 2023’an de li navenda bajêr pêkhat. Dayîka 2 zarokan Muhabbet Ceran a ku hat îdiakirin bi amûra birînê li malê jiyana xwe ji dest da, cara ewil hevjinê wê Murat Ceran ê hat malê dît. Murat Ceran ê ku Muhabbet di vê rewşê de dît, li şûna ku nebza wê kontrol bike û nexweşxaneyê biger e, telefonê xezûrê xwe û birayên Muhabbetê kir. Der barê Muhabbet Ceran a rakirin nexweşxaneyê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve lêpirsîn hat dest pê kirin. Murat Ceran a ku di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin, piştî binçavkirina 2 roja îfadeya wî girtin û hat berdan.

Li şûna 112’an telefona xizmên xwe kir!

Lêpirsîna ku Î.E. K.E. û S.E. yên ku bi Murat Ceran re ewil hatin malê jî gumanbar tên dîtin, bi sûcdariya "kuştina bi qestî, ber bi xwekuştinê" ve hat destpêkirin. Di dosyaya ku tevî Muhabbet destê xwe ya rastê bi kar aniyê jî kêra ku dema bûyerê li aliyê çep hat dîtin û atlêta jinan a bi xwîna ya li hemame hat dîtin bal tê kişandin de, îfadeyên binakok ya gumanbaran jî li ber çavan ket. Di lêpirsîna ku hat fêhmkirin gumanbaran dema bûyerê de ne li cihê bûyerê bûn, îfadeyên bi guman ên Murat Ceran û dema bûyerê li şûna telefona 112’an bike, daket qata xwarê û telefona kesên din kir, dijî herikîna asayî ya jiyanê hat dîtin.

Îfadeyên gumanbaran û delîlan gumana cînayetê zêde kir!

Di rapora otopsiyê ya hat amedekirin de, hat diyar kirin Muhabbet ji ber derbeyên birîne jiyana xwe ji dest daye, di îfadeya gumanbar Murat Ceran de timî caran gotinên "Derûniya wê xirabî bû, derman bikardanî” jî bal kişand. Îfadeyên bersûc bi rapora otopsiyê re hat derewandin, derket holê ku Muhabbet Ceran tenê ji bo êşa mîgrenê derman bikar aniye. Di çarçoveya gumanên di lêpirsînê cih girtin de, dozgeriyê xwest 2 mehan telefonên gumanbaran bên guhdarkirin. 2 meh telefonên bersûcan hat guhdarkirin, biryara dozgeriyê bi van îfadeyên cih girt, "Gumanbaran cînayetê pêkbînin û bi armanca xilasbûna cînayetê dikarin bûyerê wek întîxarê nîşan dibin.”

Dozgeriyê ji lêpirsînê re biryara neşopandinê da!

Dozgeriyê diyar kir ji gumanbarên ku 2 meh telefonên wan hatin guhdarkirin tu delîl nehatin girtin û ji ber vê hincetê ji lêpirsînê biryara neşopandinê da. Di biryara neşopandinê ku hat diyar kirin qeydên telefonê yên ku hatin girtin hatine îmhakirin de ev tişt hatin gotin: “Raporên otopsiyê û tiba edlî yên hatin wergirtin, biryara guhdarîkirin, tomarkirin û nirxandina sînyala der barê gumanbaran a ji bo pevajoya 2 mehan de, tê dîtin ji ber ku hêmaneke sûc nehatiye dîtin, qeyd hatine îmhakirin. Dema çarçoveya hemû dosya tê nirxandin, tu delîl tune ku mexdûr ji aliyê gumanbaran an jî ji aliyê kesekî din ve hatiye kuştin, li gorî delîlên di dosyayê de bûyera şênber weke întehar hatiye dîtin. Dema berçav tê girtin ku mexdûr ji aliyê kesekî din ve ‘hûsusa tedawiya psîkiyatrik dibîn e jî berçavan tê girtin’, ji ber ku hat fêmkirin tu delîl nehatin bidestxistin ku nîşan bide ew ji aliyê kesekî din ve ji bo întîxarê hatiye xirikandin, biryar hat girtin pêdivî nîne der barê sucdaran de ji ber sûcdariya hatiye kirin, darizandin bê kirin.”

'Keça min ne kesekî bû ku xwe bikuje'

Dayika Muhabbet Cenar ku em der barê mijarê de axivîn, balkişand keça wê ne kesekî întexar bike ye û wiha axivî: “Derûniya keça min baş bû. Qet ne kesekî wiha bû ku întexar bike. Ma mirovekî aqlê wê necih e dikare du zarokan mezin bike, 2 zarokên keça min heye. Li ser vê doze bimînin û vê  doze lêkolîn bikin. Keça min ne kesekî ku xwe bikuje ye. Ew ne dîn bû, tu caran xwe ne dikuşt.”

6 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan!

Her wiha di nav agahiyan de hat diyarkirin ku yek ji gumanbaran Murat Ceran ê li bajêr li mala ordiyê dixebitî, ji Mereşê hatiye û beriya niha zewicî ye û ji ber lihevnekirinekê hevberda ye.

Li bajêr di 6 mehên dawî de mirinên jinan a bi awayekî guman ên hatin jiyîn jî wiha ne;

*Di dîroka 24'ê Çile de Muhabbet Ceran di mala xwe de bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin.

*Di dîroka 18'ê Gulanê de li Taxa Sûmbûlê jina bi navê M. Alturk bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin.

*Di 28’ê Gulanê de li taxa Bulanik, jina binavê T.Y. bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 5'ê Adarê de li bajarokê Kırıkdagê ya girêdayî navendê, jina binavê Z.T. bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 17'ê Hezîranê de jina binavê A.K.Y. bi awayekî guman mirî hat dîtin.

*Di 20'ê Çileyê de jina binavê Z.T. bi awayekî guman mirî hat dîtin.