TAJÊ Dayê Pîrê bibîranî

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji bo bîranîna dayê Erzan a di nava civaka Êzidî de weke Dayê Pîrê dihat nasîn li pêşiya mala wê ya li gundê Dugurê bi beşdarbûna dehan endamên tevgerê daxuyaniyek da.

HÊVÎ EZDA

Şengal- Şengal, ber bi salvegera biranîna şehîd û windahiyên fermanê ve diçe. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an neh sal li pişt xwe hişt. Her ku diçe jinên Êzidî civaka Êzidî bi hêrs û biryardariya bidawîkirina fermanan şehîd û windahiyên xwe yên fermanê bi bîr tînin. Duh jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo bîranîna Dayê Erzan daxuyaniyek da. TAJÊ diyar kir ku ew ê tu carî tola Dayê Erzan li erdê nehêlin bi rêxistinbûna xwe bibin bersiva 74 fermanan.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera şehîdên fermana 74’an di rojên borî vê de starta çalakiyan dabû. Bi startê ve girêdayî heya niha tevgerê li tevahî gund, navçe û bajarê Şengalê afîşên ji bo fermanê daliqandin. Duh jî TAJÊ ji bo bîranîna Dayê Erzan (Dayê Pîrê) daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka koordînasyona TAJÊ Riham Hico ve hat dayîn û hat gotin ku ew ê tu carî tola Dayê Erzan li erdê nehêlin, bi rêxistinbûna xwe bibin bersiva 74 fermanan.

Berdevka koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico destpêkê di kesayeta Dayê Erzan tevahî jinên Êzidî yên di oxira bawerî û çada xwe de bûne qurbanî bi bîr anî û her wiha soza şopandina doza tevahî şehîdên fermanê û şehîdên berxwedana Şengalê da.

‘Ew zanaya civakê bû’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Riham Hico bal kişand ser kesayetiya Dayê Erzan û wiha nirxand:  “Dayê Erzan di nava civakê de weke Dayê Pîrê dihat naskirin tevahî civaka me wê ji bo xwe weke dayik didît ji ber ew zanaya civakê bû, jineke koçek bû. Dayê Pîrê jiyana bi êş derbas kiribû ji bo wê bi tenê dima lê weke civak em tev xwedî lê derdiketin. Di dema fermanê de Dayê Pîrê li gel daxwazên gel jî nexwest ji mala xwe derkeve û got çi dibe bila bibe ew cihê xwe nahêle. Çeteyên hov jî bêyî ku bibêjin zarok e, kale, pîr e her ferda civaka me ya ku kes ber destên wan qetil kirin. Dayê Pîrê jî yek ji wan dayikan bû, çeteyên DAIŞ’ê ew bi hovane qetil kirin.

 ‘Em fermanê nadin jibîrkirin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de TAJÊ bi van hevokan biryardariya xwe ya ji bo tola fermanê anî ziman: “Em jî weke tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo tolhildana tevahî dayikên xwe, tevahî jinên Êzidî û şehîdên xwe em ê her dem li ser şopa şehîdên xwe bin, tu carî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heya em mafên xwe bi dest nexin, heya sûcdar neyên darizandin em ê ranewestin. Em ê tolê ji çeteyên DAIŞ’ê ji hevkarên wan û îxanetkaran bigrin.”

‘Emê tola Dayê Pîrê hilînin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Emîra Xelef jî ji bo bîranîna Dayê Pîrê wiha got: “Em îro ji bo bîranîna Dayê Pîrê amade bûn, em wê ji bîr nakin em ê tola wê bigrin ji ber ku di nava civaka me de nirxên wê pir bû ji ber ew koçeka me bû. Em bang dikin, ji civaka xwe re dibêjin ku fermanê ji bîr nekin û ji bo tola fermanê axa xwe biparêzin.”

‘Divê edî em rê nedin fermanan’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dayê Edul Elî jî wiha qala hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kir: “Em Dayê Erzan û tevahî koçek û kişektiyên xwe, tevahî şehîdên xwe yên fermanê bi bîr tînin û em ê xwedî li xwîna wan derbikevin. Çeteyan ne tenê Dayê Pîrê bi hezaran zarok û keçên me qetil kirin em jî divê êdî rê nedin fermanan. Dayê Pîrê koçeka me bû berî ferman çêbibe ew pê hesiyabû ji gel re jî gotibî, ji ber ku ew koçek bû berî bûyer biqewimin dizanibû. Em careke din wê bi bîr tînin emê tola wê bigrin.”