Li dijî Dayikên Şemiyê astengkirina 'keyfî' didome: 47 binçavkirin

Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 957'emîn a çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê de, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî dîsa bi “keyfî” hatin astengkirin. Herî kêm 47 kes hatin binçavkirin.

Stenbol- Çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê yên bi daxwaza ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin de li qada Galatasarayê pêkbînin, di hefteya 957’emîn de carek din ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin.

Dayikên Şemiyê tevî biryara AYM’ê tên astengkirin

Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû, ev 17 hefteye dorpêça polîsan berdewam dike. Ji çalakiya vê hefteyê re Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Çepên Kesk Îskender Bayhan, Seroka EMEP'ê ya Eyaleta Stenbolê Sema Barboros, Rêvebera Navendên Giştî ya Malên Gel Zeynep Çelîk, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên jinan tevlî bûn. Dayikên/Mirovên Şemiyê ku di destên wan de qurnefîl xwestin ji Kolana Îstîklalê heta Qada Galatasarayê bimeşin, bi hinceta “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê hatin asteng kirin.

Eren Keskîn: Qeymeqam ji Aym’ê ne mezintir e

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî astengiyê da û got: “Biryara AYM’ê heye. Ev biryar ji bo me derbasdar e. Çimkî dadgeha herî bilind e. Ev qeymeqam ji AYM’ê ne mezintir e. Heke dewletek hiqûqê ve kes nikare vê çalakiya me asteng bike. Em dixwazin li gorî hiqûqê gav bên avêtin.”

Hanîfe Yildiz: Ez lawê xwe ku we ji min girtiye dixwazim

Ji Dayikên Şemiyê, Hanîfe Yildiz a ku lawê wê Mûrat Yildzi di binçavan de hat windakirin nerazîbûn nîşanî qedexe û astengiya polîsan da û wiha got: “Çawa dibe ku hûn wêneyê lawê min diqelêşin. Hûn neçarin hurmetê nîşanî heqê me bidin. Çawa dibe ku hûn qerenfîla destê min diavêjin erdê. Hûn mecbûr in hurmetê nîşanî dayikbûna min bidin. We lawê min winda kir, ez li heqê lawê xwe digerim. Hûn ji me çi dixwazin? Ez lawê xwe ku we ji min girtiye dixwazim. Hûn çi ji min dixwazin. Tenê ruhek min heye, tu dixwazî vî ruhê min jî bistîne.”

Rojnamevan hatin astengkirin

Rojnamevanên xwestin çalakiyê û astengiyê bişopînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û destûr nehat dayîn dîmen û wêneyan bigirin. Li Qada Galatasarayê kêliyek ji çûnehatê re hat girtin.

47 kes hatin binçavkirin

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn jî di nav de 47 kesên ku piştî dorpeça polîsan hatin Qada Galatasarayê hatin binçavkirin. Navên 47 kesên hatin binçavkirin wiha ye:

“Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren, Besna Tosun, Masîde Ocak, Ayşe Gulen Eyî, Mikaîl Kirbayir, Îrfan Bîlgîn, Alî Tosun, Huseyîn Ocak, Eren Keskin, Gulseren Yolerî, Ûmît Efe, Huseyîn Kuçukbalaban, Sevînç Koçak, Leman Yurtsever, Merîç Gulseren, Asli Takanay, Gulendam Ozdemir, Îsmail Yucel, Cuneyt Yilmaz, Firat Akdeniz, Taylan Bekin, Sema Barbaros, Ahmet Ergin, Zeynep Çelîk, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Gulîz Saglam, Ferîde Eralp, Rojda Aksoy, N. Evrîm Şerifoglu, Evrîm Gurenin, Aysun Cegar, Songul Sakin Oncel, Şevval Bulent Durmagit, Asel Bayram, Ezgî Karakuş, Dîlek Başalan, Aylin Karakaş, Selîn Top, Atike Eski, Esmanur Yildiz, Davud Arslan, Ekinsu Devrîm Danîş, Hunkar Yurtsever, Arat Dink û Hatice Onaran.”

Îskender Bayhan: Dê ev têkoşîn berdewam bike

Parlamenterê EMEP’ê Îskender Bayhan bertek nÎşanî dorpêçê û binçavkirinan da û destnîşan kir ku Wezîrê Karên Navxweyî, Waliyê Stenbolê û Qeymeqamiya Beyoglûyê li dijî biryara AYM’ê sûc dikin. Îskender Bayhan got wê têkoşîna wan li dijî neheqiyê û êrişan bidome û nehêlin ku rastî di tariyê de bimînin.

Ji bo Dayikên Şemiyê piştgirî

Li aliyê din li Mêrdîn û Wanê jî, ji bo Dayikên/Mirovên Şemiyê daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn. Di daxuyaniyên ji aliyê şaxên ÎHD'ê ve hatin dayîn de, wiha hate gotin, "Em ê ji bo rakirina dorpêça Qada Galatasarayê, dîtina windayan û cezakirina kiryaran, li dijî bêedaletiya heyî bilindkirina dengê xwe berdewam bikin.”