Li Wargeha Mexmûr komxebat hat lidarxistin

Di pêşengiya Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, bi dirûşma “Bi paradîgmaya Rêber APO wê jinên azad, civaka azad ji nû ve nûjen bibe” komxebatek hat lidarxistin.

Mexmûr- Meclisa Îştar a wargeha Mexmûrê li mala gel bi beşdarbûna 50 jinên ji saziyên cuda komxebatek li dar xist. Beriya komxebatê ji bo giyanê tevahî şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li sînevîzyonek ku li ser girêdana jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

Di komxebata ku di pêşengiya Meclisa Îştar de hat lidarxistin de mijarên; ji bo jinan girîngiya rêbertî û destkeftiyên bi jinan dane qezenckirin çine? Di navbera jin û rêbertî de girêdanek çawa heye? Di çarçoveya ‘Jin Jiyan Azadî’ de aliyên wê yên felsefî û jiyanî çi ne? Ger jin bi rêbertî ve girêdayî ne çima bi qasî tê xwestin rêbertî jiyanî nakin? Weke jin erk û berpirsyariyên ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya rêbertî çi ne? Hatin nîqaşkirin û nirxandin.

Di komxebatê de ev hemû xal hatin nirxandin, kêm û kurtî hatin nîqaşkirin. Li ser wan xalan lêpirsînek çêbû, di encamê de plansazî û pêşnume-biryarên bi vî awayî derketin holê;

1.Ji bo fikrên rêbertî hîn zêdetir bigihîjin jinan û gelên cîhanê divê civînên online werin lidarxistin.

2.Di çarçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de semîner û sempozyûm divê werin lidarxistin.

3. Li wargehê lidarxistina semîner û civînan li ser tecrîdê.

4. Li ser zanista demê Jineolojî divê dewreyên perwerdeyê ji bo jin û zilaman were dayîn.

5. Di pêşengiya jinan de lidarxistina meşên girseyî.

6. Avakirina komîteyek taybet ji bo rêxistinkirina çalakiyên ji bo rêbertî.

7. Divê xebatên hunerî wek şano û bernameyên taybet werin birêxistinkirin.”

Komxebat, bi dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û bi awazên endamên Stêra Zêrîn bi dawî bû.