Bedia Adiguzel a ku li Nisêbînê hatibû binçavkirin hat berdan

Bedia Adiguzel a ku di 25’ê Tîrmehê de li navçeya Nisêbên ya Mêrdinê hatibû binçav kirin hat berdan.

Mêrdîn- Kesek din di bûyera ku di malek li cadeya Sakarya ya navçeya Nisêbinê  jineke jiyana xwe ji dest dayî de hatibû binçav kirin hate berdan. Yek ji kesê ku hatiye binçavkirin roja yekem, ji heman malbatê 5 kes, di roja dûem de hatin berdan. Bedia Adiguzel ku kar û barên wê ê îfadeyê temam bû, dûh pîştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza kontrola tiba edlî sewqî dozgeriya cezayê Sulhê hate kirin. Bedia Adigizel ji aliyê dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Rêveberên DBP’ê û hevjinê wê, wê îro sewqî edliyê bikin

Hevseroka DBP’a Nisêbînê Remziye Bayhan û hevjînê wê Mehmet Bayhan jî kar û barên wan ên li emniyetê temam bûn. Hat zanîn ku wê Remziye û Mehmed Bayhan îro sewqî edliyê bên kirin.

Çi bûbû?

Di şeva 25'ê Tîrmehê de li malek li Kolana Sakarya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di dema serdegirtina malan a ji aliyê polîsên hêza taybet ve teqînek çêbû. Di teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da, piştî bûyerê  polîsan ser gelek malan de girtin û 9 kes hatin binçavkirin. 

Li gora daxuyaniya wezareta karê hindir îdakir ku: “Ji ber tevgrên bi şik yê jinekê li ser ixbarê, polîs çun wi cihî û dema ku polîsan xwestin tesbîta nasnameyê bikin êrîşî polîsan kir.” Lê belê berûvajî daxuyaniya wezaretê di roja bûyerê de tu dengê guleyan nehatiye û hat zanîn ku li herêmê tu gule li polîsan nehatiye berdan.

Teslimbûn qebul nekir

Li gora zanyariyên ku hatine bi destxistin; Di bûyerê de beriya 3 rojan li ser cadeyê ji derveyî qerebalixiya rojane, tevgerek ya polîsan hate jiyan kirin. Di roja buyerê de dema ku polîsan ser malan de girt, li ser malek ku endamek yê YJA-Star’ê  heye li derî xistin, xwediyê malê Bedia Adiguzel derî vekir. Endama jin ya YJA-Starê li ser banga teslim bibe ji bo kes ziyanê nebîne çû odeyek din bi madeya teqemeniya li gel bi xwe ve teqand û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê rakirin morga nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeya Mêrdînê.