Gulistan Oso: Rêxistinên mirovî bi çavekî siyasî li koçberan meyze dikin

Hevseroka kar û barên penaberan a herêma Cizîrê Gulistan Oso teqez kir ku rêxistinên mirovî bi çavekî siyasî li koçberên kampa Serêkaniyê û Waşokanî dinêrin û got ku divê li mijara Stasyona Elokê bi rengekî mirovî were nihêrin û çareserkirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafir û çekên qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûn, Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan Kampa Waşokanî û Serêkaniyê ava kir. Têkldarî vê mijarê hevseroka kar û barên penaberan a herêma Cizîrê Gulistan Oso nirxandin kir.

Gulistan Osa da zanîn ku kampa Serêkaniyê û Waşokanî bi derfetên Rêveberiya Xweser hatine avakirin û wiha axaftina xwe domand: “Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê û Girê Spî de şêniyên wê neçarî koçberiyê bûn. Rêveberiya Xweser wê demê ji bo bicihkirina hejmarek zêde şêniyên wê, bi rengekî lezgîn û bi hemû derfetên xwe kampa Waşokanî û Serêkaniyê da avakirin. Lê di wan deme dawî de qutkirina stasyona Elok a ji aliyê dewleta Tirk ve di serî de koçberên Serêkaniyê, Grê Spî û gelen heremê divê germahiya havînê de rewşên giran dijîn. Rêxistinên mirovî  ên ku xwe wek parazvanên mîrovan dibinin bi çavekî siyasî li koçberên Serêkaniyê, Grê Spî dinerin û li hember ev polîtîkayên ku bi pêdîviyên jiyanî gef li gelê heremê dixwe bêdeng dimînin.”

‘Rejîma Sûriyeyê nahêle alîkarî bigihîjin koçberan’

Gulistan Oso diyar kir ku alîkariya ji bo koçberan kêm digihîje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: “Piştî girtina deriyê Til Koçer, alîkariyên navneteweyî hemû bi riya rejîmê tên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo wê alîkarî pir kêm digihîjin lewre rejîm rê li ber alîkariyê digre.”

‘Qutkirina avê li ser koçberan bandorek mezin dike’

Gulistan Oso bal kişand ser qutkirina ava Stasyona Elok û got: “Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek koçber bi cih kirine û bi hemû derfetên xwe alîkarî dide wan. Li Hesekê 4 kampên mezin hene, yek jê kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê ne di nav de hejmarek mezin biyanî hene. Li ser Hesekê siyastek qirêj tê meşandin, di şexsê dewleta Tirk de siyasetek navdewletî tê meşandin. Îro hejmarek mezin şêniyên Hesekê hene, li ber çavên tevahî cîhanê dewleta Tirk avê li ser bi sedhezaran mirovan qut dike koçber ji ber qutbûna avê zehmetiyên mezin dikşînin. Ev barê Rêveberiya Xweser giran dike. Hewl dide bi derfetên xwe wisa bike ku mirovan bê av nehêle û xizmetê pêşkêş bike.”

‘Bi çavekî mirovî li kampa Waşokanî û Serêkaniyê nanêrin’

Gulistan Oso di berdevamiya axaftina xwe de behsa  nêzîkatiyên rêxistinên mafê mîrovî li hember qampa Serêkaniyê û Waşîkanî dike û wiha pê de çû: “Ji dema ku kampa Serêkaniyê û Waşokanî hatiye avakirin ve heta niha rêxistinên mirovî ne bi  çavekî mirovî bi çaveke siyasî li qampan meyze dike. Ji  dema avakirina kampa Serêkaniyê û Waşokanî ve konên koçberan nehatine guhertin, gelek pêdiviyên koçberan hene lê mixabin hatine paşguhkirin. Rêveberiya Xweser jî hewl dide pêdiviyên wan bi cih bîne lê ev rêveberî jî di bin gelek zext û zehmetiyan de ye. Hemû dewlet ji bo têkbirina sîstema Rêvberiya Xweser, di nava hewldana de ne. Dixwazin ji gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re bibêjin ku Rêveberiya Xweser nikare barê wan rake. Ev demeke dirêj dewleta dagirker av li ser gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye. Bi van polîtikayan dixwazin gel bêzar bikin û li hember Rêveberiya Xweser bertekan bidin avakirin lê herkes dizane ku ev polîtîkayên qirêj ya dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê ne.”

‘4 sal in konên me nehatine guhertin ‘

Dayika bi navê Fatma Omer a 50 salî jî da zanîn ku rewşa koçberên Kampa Waşokanî pir zehmet e û pêdivî bi alîkariyek mirovî heye û wiha axaftina xwe domand: “Rewşa me pir zehmet e, di vê germahiya havînê de konê me 4 sal in nehatine guherandin. Hemû riziyane tav li wan dixe, di zivistanê de baran dikeve hundirê wan. Em jiyanê pir bi zehmet dijîn, rêxistinên mirovî me paşguh kirine, ava ku ji me re tê di vê germahiyê de têra me nake, nanê ku ji bo me tê têr nake. Havîn e em nikarin ava cemidî vexwin gelo ka wicdan? Ka mirovahî? Em dixwazin bi çavekî mirovî dûrî berjewendiyan li me were meyzekirin, bila rêxistinên mirovî li gor berjewendiyên dewletan tevneger e.”

‘Em dixwazin vegerin bajarê xwe’

Zehra Yûnis yek ji koçberên Serêkaniyê ye teqez kir ku ew dixwazin vegerin xaka xwe û wiha got: “Rewşa jinan di kampê de pir zehmet e. Yên ku barê vê kampê li ser milên wan e û hewl didin jiyanê biafirînin jin in. Em di bajarê xwe de fêrî kar bibûn, em di di nava zeviyan de dixebitîn, niha erd jî tune ye em tê de kar bikin. Rêveberiya Xweser heya ji destê wê tê alîkarî dide me, em spasiya wê dikin ku cihekî ji bo me daye çêkirin. Ger ne ji kampê bûya me yê di vê rewşa krîza aborî de çawa bikira? Em tiştekî naxwazin em vegera ser xaka xwe, mala xwe dixwazin. Ez bang li tevahî rêxistinên mirovî dikim û ji bo wan dibêjim ger mirovahî bi wan re hebe em dixwazin vegerin bajarê xwe, alîkarî ji bo me pêwîst nake em mala xwe dixwazin.”