Li Akbelenê berxwedan didome: Leşker diparêze, şîrket daran dibirin

Parêzvanên jiyanê ku li dijî qetilama xwezayê ya daristana Akbelena a Muglayê li ber xwe didin, rastî êrîşa leşkeran a bi gaza îsotê hatin. Di êrîşê de herî kêm 18 kes hatin binçavkirin.

Mugla- Ji bo kana komirê ya ji aliyê Yenîkoy-Kemerkoy (YK) Enerjiyê ve li Daristana Akbelenê ya li Îkîzkoya Mîlasa Muglayê bi hevkariya şîrketa Limak û IC qetliama daristinan berdewam dike, li dijî qetliama xwezayê berxwedana gundiyên Îkîzkoy û parêzavanên jiyanê ket roja 6’an.

Qada berxwedanê hat dorpêçkirin

Serê sibehê beriya ku birîna daran dest pê bike, leşker û polîsan qada ku konên berxwedanê lê hatin danîn dorpêç kirin. Li qada ku konê berxwedanê lê hatibû danîn dar hatin birîn. Ketin û derketina qadê hat qexekirin. Parêzerê parêzvanên jiyanê Hakî Atal ku xwest bikeve qada hatiye dorpêçkirin hat binçavkirin. Riya ku diçe taxa Beçin a navçeya Mîlasê jî hat girtin.

Riya Mîlas Orenê hat girtin

Berxwedana parêzvanên jiyanê ya li dijî qetliama xwezayê berdewam dike. Koma ji 50 kesan pêk tê li dijî birîna daran li ser riya Mîlas-Orenê riya qereqolê girt. Leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrîşî welatiyan kir. Di encama êrîşê de kesek ku ji serê xwe birîndar bû tê tedawîkirin.

 Di êrîşê de 18 kes hatin binçavkirin

Di êrîşan de Denîz Gumuşel, Şengul Yuksel, Songul Fular Erdem, Nîlay Ormanlo Bagpinar, Harûn Cîcî, Denîz Mensa Ergenç, Îlayda Kekec Ilgaz, Pelîn Nacîn, Levent Buyuk, Kemal Ozberksoy, Alper Turaç, Esra Balbar, Kerem Gundogdu, Orhun Ercinoglû, Ahmet Atay, ÎsmaÎl Hakki Atal, Aslihan kahraman, Leyla Bîlgen jî di nav de herî kêm 18 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ên ku hatine binçavkirin birine Fermandariya Leşkerî ya Mîlasê.

Ji parêzvanên jiyanê banga piştevaniyê

Parêzvanên jiyanê wiha gotin: “Em banga piştevaniyê li hemû Tirkiyeyê dikin! Dilê me dişewite! Leşker diparêzin şirket daran dibire. Dilê me dişewite. Em dest ji berxwedana xwe bernadin. Em rê nadin daristanek mezin tune bibe.” Li aliyê din hat zanîn ku piştî êrîşan leşkeran wesayîdên jammer ku sînyalê dibirin anîn cihê çalakiyê. Ji ber vê yekê telefonên gundiyan dernakevin.

Parêzvanên jiyanê di peyama ku bi deng şand de wiha gotin: “Heta qada nobetê hatin. Em hemû dorpêç kirin. Servîs û şebekeyên telefonan qut kirin. Li ber çavên me daran dibirin. Herî kêm deh qatê me leşker hene. Kesên li vê derê nabîhisin. Li ber çavên me dar tên birîn. Divê hemû kes werin vê derê, nûçeyan çekin tiştekî bikin. Ev cih gelek xirab e. Heta vê derê qet nehatibû. Qadek mezin a daristanê ye. Ji bo em hêviya xwe winda bikin darên ku li gel konên me ne jêdikin.”