Cumaya Quba Xatûna Fexran hat pîrozkirin

Cumaya Xatûna Fexran bi coşeke mezin û bi beşdariya bi hezaran kesên ji Şengalê û deverên din hat pîrozkirin.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Îsal jî li Quba Xatûna Fexran bi hezaran kes kom bûn. Civaka Êzidî ji her derê berê xwe da wê derê û cejna xwe pîroz kir. Di roja yekem a cejnê de gelek kes li hev kom bûn û dê du rojan berdeam bike. Kon hatin vegirtin û bi civatên geş hat pîrozkirin. Xwarinên gelêrî hatin çêkirin. Di roja duyem de jî dê periyên qubê werin nûkirin. Bi hezaran kes li dora periyan dê kom bibin. Perî ji qumaşekî rengereng pêk tê.  Di heman demê de dê find werin vêxistin û hêviyên xwe bixwazin.

Quba Xatûna Fexran piştî fermanê nehatibû nûkirin. Îsal bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) riyên qubê hatin çêkirin û ji bo nûkirina qubê TAJÊ hemû erk girtin ser xwe û kedek mezin da.

Xalîde Çiya ku ji başûrê Kurdistanê berê xwe dabû Cumaya Quba Xatuna Fexran diyar kir ku piştî fermanê ew cara yekem e tê cejnê û wisa got: “Piştî fermanê cara yekem e ku em tên vê derê û cejnê pîroz dikin. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em vê cejnê li her kesê pîroz dikin. Cihê kêfxweşiyê ye ku em wekî Êzidî cejnên xwe pîroz dikin. Cejna me roj û nîv berdewam dike. Roja yekê bi kombûna dora hev tê derbaskirin. Roja duyem jî em periyên xwe nû dikin. Yanî du rojên pir xweş in.”

‘Xweda hemû xêrxwazan biparêze’

Şêrîn Şengalî ku ji Xanesorê berê xwe dabû Qubê bi van hevokan hestên xwe anî ziman: “Cejna Xatûna Ferxan ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Xatûna Fexran Xwedanê gelek Eşîrên Êzidiyan e. Em dîlanê digrin xwarinê çêdikin û du rojan li vir dimînin. Her kes tê periyan dadilqîne dua dike û kêfxweş dibe. Xweda me û hemû xêrxwazan biparêze û me li ber destên dujminan nehêle. Dijminê li hemberî me têk biçe.”

‘Em bi çanda xwe dijîn’

Xelîl û Felek du hevjînên hev in ew jî bi van hevokan coş û sekna civaka Êzidî tînin ziman û wiha dibêjin: “Em ji cih û warê xwe mehrûm man lê em hatine gel xatûna Fexran. Gelek xweş e îro em cejna xwe pîroz dikin. Em Êzidî ne cejna xwe bi çanda xwe pîroz dikin, wê rewşa me ji ya berê baştir bibe û li gorî çand û baweriya xwe em ê cejna xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Du rojan em ê cejna xwe pîroz bikin. Em ê sibe periyên xwe siwar bikin. Di dawiyê de em dibêjin em ê biser bikevin û em bi ser ketine. Heçî kesên ku bela xwe li me bide bila Xweda wan tune bike.”  

‘Xatûna Fexran hewara hemû kesan e’

Emşê Şengalî yek ji jinên ku ji Xanesora Şengalê hatibû di serî de ji me re behsa Xatûna Fexran kir û wiha got: “Em vê cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikin. Bi hêviya ku bibe cejna kêf û şahiyê. Kesên ku li gel Êzidiyan bin û alîkariya me kiribin em vê cejnê li wan jî pîroz dikin. Xatûna Fexran jineke xwedî keramet û hêja bû. Hewara jinên Êzidî ye. Çi dema ku jinek bikeve tengasiyê bangî Xatûna Ferxan bike, ew bi hewara wan ve diçe. Jinên ku zarokên wan çênabin tên vê derê û ji dil û can xwe davêjin hewara Xatûna Ferxan û dibin xwedî zarok. Jineke bihêz bû, sembola wê jî Xezal e. Serê me bi wê bilind e.”

‘Em serbilind in ku bi keda jinan riya qubê hatiye çêkirin’

Emşê Şengalî di dawiya axaftina xwe de destxweşiya TAJÊ’ê kir ji ber keda ku ji bo Quba Xatûna Fexran dane û wiha got: “Eve deh sal in ku Cumaya Xatûna Ferxan nehatibû pîrozkirin. Îro her kes li vir kom bûye û pîroz dike. Em ji Xweda dixwazin ku hemû civaka me ya Êzidî ji kampan vegere ser axa xwe û cihên xwe yên pîroz. Xatûna Fexran xwedanê helîqiyan e. Piraniya xelkên Xanesorê hatine vir konên xwe danîne û xêr û xizmetê dikin. Xweda ji wan kesên ku xêr û xizmet kirine razî be. Riya Qubê ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çêkiriye pir me rehet kir û Xweda xizmeta wan qebûl bike. Ji ber ku riya quba Xatûna Fexran ji aliyê hevalên jin ve hatiye çêkirin em pir kêfxweş û serbilind in.”