'Binçavkirin nîşan dide ku êrîş wê zêdetir bibin'

Rêvebera HDP'ê ya Îzmîrê Funda Akbulut diyar kir ku piştî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir serdegirtin û binçavkirinên li dijî rêxistinên navçe û bajar a Îzmîrê tê wateya ku dê êriş zêdetir bibin û banga hevgirtinê kir.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiya 1'ê Cotmehê ya li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir hatibûn kirin, dewam dikin. Di 2’ê Cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û saziyên sivîl jî di nav de 20 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin duh sewqî edliyeyê hatin kirin. 16 kes hatin berdan, ji bo Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Umut Kahraman Ezber û Zeynel Azadî jî biryara girtinê hat dayîn.

20 jin hatin berdan

Di 3’ê cotmehê de di operasyonên ku li 16 bajaran hatin kirin de bi giştî 55 kes hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên li Riha, Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bursa, Êlih, Denîzlî, Edene, Qeyserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaelî hat kirin de, piraniya kesên ku hatin binçavkirin penaber bûn. 20 jinên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan hatin berdan. Bi giştî 70 kes hatin binçavkirin û sewqî edliyeyê hatin kirin.

4-5 Cotmeh

Di 4’ê Cotmehê de li 15 bajaran 37 kes hatibûn binçavkirin. Hate hînbûn ku binçavkirin li Stenbol, Wan, Riha, Elezîz, Dûzce, Amed, Bursa, Edîrne, Kirklareli, Kilîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê pêk hatine. Hate hînbûn ku hincet parvekirinên girtiyan ên li ser medyaya dîjîtal hatine nîşandan. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di 5'ê Cotmehê de li Erzirom, Dîlok, Stenbol û Şirnexê di serdegirtina malan de 24 kes hatine binçavkirin.

Herî kêm 75 kes hatin binçavkirin

Operasyonên binçavkirinê îro jî berdewam kirin. Li Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê di serdegirtina malan de heta niha herî kêm 75 kes hatin binçavkirin. Navê hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal, Yasîn Akdag, Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdogan, Ûgûr Şedal, Bariş Ozçuk, Agît Koca, Serhat Aşkan, Îsa Terzioglû, Hevserokên HDP yê Bajarê Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bucayê Nîhat Turk, Azîze Çelîk, Şenay Ulusan, Dîlan Ulusan, Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Önsöz Songul Yucel, endamên desteya weşanê ya Kovara Önsözê Sena Şat, Nûran Guvenilir, Muhammed Hizmetçî, Ezgî Yergin, Hevseroka HDP'ê ya Kocaeliyê Aynur Sento, Rêvebera HDP'ê ya Gebzeyê Şaziye Zorba, Rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kartalê Bulent Turan, Fener Gunana, Şenay Bütün, Semine Güneş, Abdurrahim Demirkaya, Ahmet Akboğa, Ezgi Akçukur, Veli Akbulut, Ayşe Berktay, Cafer Adsay û Hamdullah Özen.

Li Îzmîrê avêtin ser avahiyên parêzgeh û navçeyan

Li Îzmîrê bi ser rêxistina qeymeqamtiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û avahiyên wê yên navçeyên Buca û Konakê de girtin. Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da, parvekirinên medyaya dijîtal ên der barê çalakiya li dijî Wezareta Karên Navxweyî da wek hinceta operasyonan hat nîşandan. Hat hînbûn ku ji bo 23 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Di serdegirtina malan de Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Lêgerîna polîsan a li avahiyên parêzgeh û navçeyan dewam dike.

Nahêlin derbasî avahiyê bibin

Li aliyê din polîsan avêtin ser avahiyên HDP'ê yên Îzmîrê, li wesayîta Parlamentera Partiya Çepên Kesk Nejla Demîr lêgerîn kirin û dest danîn ser eşyayên wê yên li hundir. Kompîter û hin belgeyên di wesayîtê de hatin desteserkirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akîn û Parlamenter Burcugul Çubuk jî hatin astengkirin ku bikevin avahiya qeymeqamtiyê ya ku lê lêgerîn hat kirin.

Rêvebera HDP'ê ya bajarê Îzmîrê Funda Akbulut bûyer ji ajansa me re nirxand. Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Berna Çelîk, Çinar Altan û Hevserokê Navçeya Bucayê Nîhat Turk danê vê sibehê ji aliyê tevgera taybet ve hatin binçavkirin û got, "Hevalên me bi awayekî xerab li malên wan lêgerîn kirin û hatin binçavkirin bê hincet. Pişt re li taxa Buca û taxa Konakê avêtin ser avahiyên û lêgerîn pêk anîn. Em niha li ber avahiya bajar in. Bi hiceta ku cihê kar yê hevserokên me Berna û Çinar heye, bi kelepçeya berevajî wan anîn avahiya bajar.”

Funda Akbulut, anî ziman ku beriya ku parêzer bên avahiya qeymeqamtiyê polîsan dest bi lêgerînê kir û wiha got: “Ligel ku nûner xwestibe jî destûr nedan Burcugul Çubuk bikeve hundir. Tevî ku endamê MYK'ê yê HDP'ê dema ket hundirê avahiya parêzgehê rapor xwest jî, nedane wî ku bixwîne, gotin me xwend û li avahiyê dest bi lêgerînê kirin." Funda Akbulut, diyar kir ku ji bo parêzer bikevin avahiyê berxwedan hat kirin. 

'Ji bo rewakirina êrîşan hewl tê dayîn'

Funda Akbulut a got "Ji mezinbûna HDP'ê ditirsin" axaftina xwe wiha dewam kir:

“Ev hemû hewldanên krîmînalîzekirina têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê ya HDP'ê ye ku bersiva hêviyên feqîr, kedkar, ciwan û jinan e. Lê em di rêya xwe de bi biryar in. Em natirsin. Em partiya xwe diparêzin û banga me ji gelê me re parastina partiya me ye. Di axaftinên giştî yên Hakan Fîdan û Wezîrê Parastina Neteweyî de, hewldaneke ji bo rewakirina her cure êrîşan li dijî hemû kombûn û destkeftiyên gelê Kurd û têkoşîna wî ye. Tişta ku piştî van daxuyaniyan qewimî, divê weke nîşaneya wê yekê bê dîtin ku dê zextên Tirkiye, li ser Kurdistan û dîasporayê di demeke kin de zêdetir bibin.”