Berdevka Meclîsa Ciwanên HEDEP'ê ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê hat

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Edanûr Îbrahîmoglû di dema binçavkirinê de rastî tundiya polîsan hat.

Navenda Nûçeyan - Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Edanur Îbrahîmoglu duh li Stenbolê di daxuyaniya çapemeniyê de rastî tundiya polîsan hat. Hate diyarkirin ku Edanur Îbrahîmoglu dema di binçavkirinê de jî rastî êrîşê hatiye.

‘Îşkenceyên we nikarin me asteng bike‘

Di parvekirina li ser hesabê medyaya dîjîtal a partiyê de hat gotin: "Îşkenceyên we nikarin me asteng bike. Ev êrîş îspat e ku hûn ji partiya me û Meclîsa Ciwanên me ditirsin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne, zû yan dereng hûn ê hesabê îşkenceyê bidin."