'Rêbaza mental arîtmatîk ji bo fêrbûnê dibe alîkar’

Pispora Mental Arîtmatîk a Tunusê Saeeda Kalai, diyarkir ku di zarokan de fêrbûna zehmetî di 4 salî û şûnde destpê dike, ji bo derbaskirina zehmetiyên fêrbûnê dikarin Mental Arîtmatîk weke amûrekê bi karbînin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tunus- Li Tunusê pirsgirêkên ku di qada perwerdê de tên jiyakirin bandorek neyênî li perwerdeya zarokan dike. Li gora daneyên fermî zorîkêşana fêrbûnê di zarokên di qonaxa dibîstanê de zêde bûye. Ji sedan 65’ê zarokan piştî dibîstana seretayî, dibîstanê berdewam nakin. Pispora Mental Arîtmatîk a Tunusê Saeeda Kalai dikarin derbarê hêza zorîkêşana fêrbûna zarokan de çi bikin ji ajansa mere axivî.

‘Em arîtmatîka zîhnî weke amûrekê bikartînin’

Saeeda Kalai da zanîn ku di zarokan de ji 4 salî û pêda zoriyên fêrbûn, hîperaktîv û lewaziya konsantrasyonê tê dîtin, diyarkir ku zarokên ku zoriyên fêrbûnê dikêşin dikarin arîtmatîka mental weke amûrekê bikarbînin. Ji bo jîrbûna zarokan pêşbikeve divê konstarasyonê zêde bikin û wiha got:

“Armanca me ewe ku bi arîtmatîk mentalê, aktîvîteyên zihnî em kêrhatiya konsantrasyona zarokan pêşbixin. Mînak di destê mede dîtbariyek xeyalî û aktiviteyek bihîzbarî heye. Kêrhatiyên zarok pêşdixin, hêza wan a xeyal berfireh dike, konsantrasyonê çêdike, bandorê li xebitina dersê dike. Em ji bi arîtmetîka mental bi zarokên ku pirsgirêka dereng nivîsînê, famkirinê û konsantrabûn û xwendinê dikêşin dibin alîkar.”

‘Di komên di navbera 4-15 salî de tê pêkanîn’

Saeeda Kalai destnîşan kir ku bi arîtmatîka mental di zorîkêşandê de dibe alîkar û wiha got: “Ev rêbaz êdî di pêşdibîstanan de, navendên alîkariya dibîstanan, li malên zarokan, li dibîstanan di komên di navbera 4-15 salî de tê pêkanîn. Çiqas di temenek biçûk de destpê bikin, wê ewqas encamek baş were bi destxistin.”

Saeeda Kalai pêşniyar  dike ku malbat zarokên xwe di temenek biçûk de fêrî arîtmatîka mental bikin û got: “Ji ber ev ji bo ên ku  pirsgirêka zorîkêşana fêrbûnê jiyan dikin, dibe alîkar ku serkeftî bin û pêşbikevin. Ev amêrek ku zarokek bibe xwedî kêrhatî. Ji bo pêşxistina kêrhatina mejî di asta akademik de, di wê de rihê baweriyê pêşdixe, mejî dixwe tevgerê.”