Aktivîstên jin ên Mexribê: Êdî dema zêdekirina destkeftiyan hatiye

Aktîvîstên jin hilbijartina Maxribê ya ji bo serokatiya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî erênî nirxandin û diyar kirin ku dem hatiye di warê mafên jinan de destkeftî zêdetir bibin.

HANAN HARITE

Mexrib– Nûnerê Daîmî yê Mexribê Omer Znîber li Neteweyên Yekbûyî, piştî dengdana li Cenevreyê ji bo sala 2024’an wek serokê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat hilbijartin. Piştî vê pêşketinê rêxistinên jinan ên li welat hewl didin vê rewşê di lehiya jinan de bi kar bînin, jinan daxwazên xwe dubare kirin ku hemû zagonên welat li gorî hemî peymanên navdewletî di serî de nemaze Peymana Rakirina Hemû Cudakariyên li Dijî Jinan (CEDAW) ji nû ve werin sererastkirin.

Koalîsyona Bihara Serbilindî ya ku gelek komeleyên jinan di nav de ne, bangek lezgîn ji hikumeta Mexribê kir û xwest guhertineke qanûnî ya radîkal ku tê de azadiya takekesî û rûmeta mirovî ya jinan bên parastin, ewlekarî bê cudahiya zayendî bikeve bin temînatê û kurtaj ji çarçoveya sûc derkeve. Koalîsyonê her wiha daxwaz kir ku zagona bi hejmara 13-103 li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê were guhertin. Parêzvanên mafên jinan bendewariyên xwe yên hilbijartina Mexribê ji bo Serokatiya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî anîn ziman.

‘Divê di asta navneteweyî de modelek ava bikin’

Seroka Federasyona Yekitiya Mafên Jinan Semîra Mohîa diyar kir ku ji bo Mexrib di asta navneteweyî de bibe xwedî navûdeng û pêbaweriyê riya herî baş destpêkirina reforma mafên mirovan e wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê di asta navneteweyî de modelek bidin avakirin. Ji bo xebatek rast were meşandin divê aliyên mafên mirovan were xurtkirin, nirxên gerdûnî were destekkirin û mafên jinan were pêşxistin. Her wiha divê hemû qanûnên ku nûnertiya welatiyan dikin û peymanên navneteweyî li ber çavan bên girtin da ku hemû qanûnên neteweyî li gorî daxwazên destûrê tevbigerin.”

‘Derfetek rast ava bû’

Semîra Mohîa destnîşan kir ku ji bo pêkanîna mafên mirovan û li gorî peymanan çêkirina Qanûna Malbatê derfetek rast heye ku zextê li ser asta neteweyî bikin û got: "Em girîngiyê didin atolyeyên ji bo guherandina Qanûna Malbatê. Em li bendê ne ku taslaqê qanûnek hevgirtî bê amadekirin. Em hêvî dikin ku ev mîsyon rê bide Mexrîbê ku ala aştiyê li cîhanê û herêmê bilind bike û bi xebateke rasteqîn a ber bi nirxên gerdûnî ve maf û azadiyên kesane biparêze.”

Seroka Yekitiya Çalakiyan a Jinan Eyşe Hayyan hilbijartina li NY’ê weke encamdana riyeke dûr û dirêj a ji bo piştgiriya mafên jinan nirxand. Aîşe Hayyan, anî ziman ku li Mexribê di ware mafên mirovan û wekheviya jin û mêr de pêşketin dixe çêbûne û diyar kir ku dem hatiye di asta mafên mirovan de destkeftî zêdetir bibin.

'Ji bo pêşxistina mafan divê em xebatên zêdetir bikin

Seroka Komeleya Mafên Qurbaniyan Eyşe El-Kala got ku xebatên girîng li benda aktorên siyasî, rêxistinên sivîl û çalakvanan e ku jin di warê aborî, civakî û siyasî de bi hêz bikin. Eyşe El-Kelaa diyar kir ku Mexrib welatek e ku rêzê li hin erkên xwe yên navneteweyî digire û wiha got:

“Mexrib tevli sîstema navneteweyî ya mafên mirovan bûye. Komîsyona Wekhevî û Lihevanînê û çend destkeftî û hewldanên girêdayî bi pêşvebirina mafên mirovan hene. Ji bo pêşxistina mafên jin û zarokan atolyeyên hiqûqî hatin lidarxistin. Ji bo guhertina Qanûna Malbatê xebat hatin meşandin. Lê ji bo pêşxistina mafên mirovan û jinan divê em zêdetir bixebitin.”