Şêniyên Firatê ji bo Efrînê meşiyan

Pêkhateyên kantona Firatê ji bo salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser kantona Efrînê meşiyan.

Kobanê- Dewleta tirk di 20’ê Çileya 2018’an de dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser herêma Efrînê kir ku piştî 58 rojan ji bombebarana bi balafirên şer û çekên giran, dagir kir. Bi wesîleya 6’emîn salvegera destpêkirina êrîşa li ser Efrînê, şêniyên ji kantona Firatê, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl daketin qadan.

Gireseya meşê bi dirûşma “Bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî û bi ruhê fedayên Apoyî em ê Efrînê rizgar bikin” li qada şehîd Egîd kom bûn, bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şaxên darên zeytûnan ber bi qada Jina Azad ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên ku berxwedana gelê Efrînê silav dikin, bênavber hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Desteya Ekolojiyê ya kantona Firatê Almaz Romî axivî.

‘Rizgarkirina Efrînê soz û biryar e’

Almaz Romî wiha got: “Dewleta tirk di 2018’an de maskeya xwe avêt û çeteyan êrîşeke dagirkeriyê li ser Efrînê kirin. Tevahî cîhanê şahidiya berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan kir ku bi derfetên xwe yên kêm lê bi vîneke xurt li hemberî balafirên şer, top û tangên dewleta tirk sekinîn. Dagirkeriya dewleta ku qaşo bi bihaneya parastin û rizgariya Efrînê bû, di roja îro de rastiya armanca dewleta tirk eşkere dibe. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, ew bajar veguherî navenda teror û hovîtiya dewleta tirk ku gelê wê rû bi rû yê hemû kiryarên dermirovî tên. Di tevahiya 6 salan de dewleta tirk bi dehan komkujî pêk anîn, bi taybetî jî jinên wê deverê rû bi rû yê revandin, qetilkirin û tecawizê tên. Bi vê wesîleyê, biryar û soza me rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî ye. Em ê gavan paşve navêjin û di demeke nêz de Efrîna rizgarkirî bibînin.”