Îsraîlê li Xezayê êrîşî nexweşxane û dibistanek kir

Di demeke ku hê 24 saet di ser êrîşa li hemberî nexweşxaneya El Mamedanî de derbas nebûbû, li nêzî nexweşxaneyê êrîşa bombeyî pêk anî. Di heman demê de hat bibîrxistin ku li dibistaneke NY’yê jî xistine.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrîşên ku Hemasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê bi navê ‘Tofana Eqsayê’ da destpêkirin, bombebarana Îsraîlê li dijî Xezayê di roja 13’an de berdewam dike. Îsraîl li pêş çavên hemû cîhanê sûcên mirovahiyê pêkt îne, ji bo rawestandina êrîşan heta niha tu ferzkirin pêk nehatine. Duh hê 24 saet di ser êrîşa li hemberî nexweşxaneya Al Mamedanî (el-Ehli Baptist) de derbas nebûbû Îsraîlê careke din bombe avêt nêzî nexweşxaneyekeke din. Li gorî agahiyan li dibistaneke girêdayî ajansa alîkariya Koçberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNRWA) xistine.

Dibistan hat bombebarankirin

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya fermî ya Filistînê WEFA; Îsraîl li kampa koçberan a Yunus Han a li beşa Başûrê Xezayê bombe li dibistaneke girêdayî UNRWA’yê barandine. Hat zanîn ku di êrîşa li dijî dibistana Filistiniyên ku lê bi cih bûne de mirî û birindar hene lê belê hejmar diyar nîne.

Bombe avêtin malan

Hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îsraîlê, li Han Yunus ku li herêma Havus e kesên ji malên xwe derketine li dibistana Ahmed Abdulazîz bi cih bûne, malek nêzî dibistanê kirine hedef. Hat zanîn ku li vê derê mirî û birîndar hene. Di nûçeyeke din a WEFA’yê de ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser mala malbata el-Bekrî ku li Başûrê Han Yunus e di nav de 7 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat aşkerekirin ku di bin kavilên malê de hê jî zarok hene.

Jin û zarok hatin kuştin

Berdevkê wezareta tendirustiyê yê Xezayê Eşref el-Kudra li ser hesabê xwe ê medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li herêma Rafah a sînorê Misir û Han Yunusê piraniya kesên hatine qetilkirin zarok û jin in. Eşref el-Kudra hejmarek diyar parve nekir. 

Li gelek xalan êrîş hatin kirin

Li gorî agahiyên ku hatine girtin li Rafahê di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê de du mal kirine hedef, 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat aşkerekirin ku li Xezayê di êrîşa hewayî ya li hemberî kampa koçberan a li Nusayrat de zarokek biçûk jiyana xwe ji dest daye. Di êrîşa li maleke ku li herêma Cibalya ya Xezayê ye, 15 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û piranî zarok û jin in her wiha 15 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku li taxa Tel el-Heva ya li Başûr Rojhilatê bajar avahiyên ku sivîl dimînin, ji ber êrîşa Îsraîlê ya hewayî gelek sivîl di bin kavilan de mane.

Dîsa nexweşxaneyek bû hedef

Îsraîlê derdora nexweşxaneya Kudus a li Xezayê bombebaran kir. Çend ji wan bombeyan piştî ku anbulansan tevger kir li nêzî nexweşxaneyê ket. Peywirdarên tendirsutiyê xwe sipartin nexweşxaneyê. Di êrîşa Îsraîlê ya ku duh li nexweşxaneya El Mamedanî (el-Ehli Baptist) a li Xezayê pêk anî de 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din piştî welatên Yekitiya Ereban, Tirkiye û Filistînê jî ji ber êrîşa li ser nexweşxaneyê 3 roj şîn îlan kirin.