‘Çirûska bîrdoziya azadiya jinan ronî da tevahî cîhanê’

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Rojava yekemîn akademiya dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Zeyneb Saroxan vekir.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Di Kongreya 9`emîn a Kongra Star de biryar hat dayîn ku qada perwerdeyê bi vekirina akademiyan were pêşxistin. Di van akademiyan zanista jin û zanîna felsefeya neteweya demokratîk û têkoşîna li hemberî fikrên mêrsalarî werin belavkirin. Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê heye û 17 akademiyên wê hene. 7 jê girêdayî Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star e. Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan yekem akademiya dewreyên perwerdeyê yên pispor di 15’ê Gulana 2023’an de hat vekirin.

Di akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan de sê dewre hatine vekirin. Dewreyek li ser Sosyolojiya Azadiyê, ya duyem li ser zayendperestiyê ye ya seyemîn jî der barê dîroka jinan de ye. Di her dewreyê de piştî ku mijar baş tê zanîn û famkirin wekî şano ji aliyê beşdarên perwerdeyê ve tê pêşkêşkirin.

Zeyneb Mihemed Saroxan di 6’Nîsana 1981’ê de li Hesekê ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Zeyneb Mihemed Saroxan di nava hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Bi cesaret û îradeya xwe ya mezin dihat nasîn. Di destpêka şoreşa Rojava de kar û xebatên avakirina Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê dida meşandin, paşê cihê xwe di nava Desteya Jinan a herêma Cizîrê de girt. Her dem ji bo azadiya tevahî jinan di nava liv û tevgerê de bû. Herî dawî jî Zeyneb Mihemed Saroxan hat hilbijartin û bû hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser. Di 27’ê Îlonê de dema diçû ser karê xwe li ser riya Dêrikê bi balafireke bê mirov ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Di 15’ê Gulana 2023’yan de yekemîn dewre li ser navê Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan hat vekirin.

‘Armanca Zeyneb Sarokan azadiya jinan û wekheviya gelan bû’

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Rojava Koçer Hisên teqez kir ku hêvî û daxwazên Zeyneb Saroxan ew bû ku jin xwedî li nasname û hebûna xwe derkevin û wiha got: “Zeyneb Saroxan jineke di aliyê bîrdozî de her dem di nava kar û xebatê de bû, jiyana xwe kêlî bi kêlî bi kar û xebatê û belavkirina îdeolojiya azadiya jinan hem misogerkirina wekheviya gelan, didomand. Doza wê her dem ew bû ku jin xwedî li hebûna xwe derkevin û daxwaza azadî û mirovahî her dem dikir. Zeyneb û rêhevalên wê armanca wan ew bû ku jin azad bibin û civakek wekhev di bin projeya Neteweya Demokratîk de were avakirin. Em jî vekirina akademiyan, berdewama xeta ku şehîdan hilbijart û bi armanca em bikaribin doza wan bigihîjînin serî û pêşxistina bîrdoziya civakê li ser bingeha hevjiyana azad û azadiya jinan dibînin. Em dixwazin civekek li ser hişmendiya dayiksalarî bidin avakirin.”

‘Guhertina hişmendiya mêr rê li ber pirsgirêkan digre’

Koçer Hisên di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan sê dewreyên bîranînê vekir. Dewreya Yekemîn bi navê Şehîd Zeyneb Saroxan bû, ya duyemîn Yusra Derwîş û ya sêyem jî Leyla Şaylemez bû. Her dewreyek jî mijarek esas digre ji bo ku kadroyên pipsor bidin avakirin û bîrdoziyek rast û wekhev were belavkirin. Di hundirê akadmiyê de beşa arşîv û ragihandinê heye. Vekirina akademiya branşan yek ji biryarên bingehîn ên kongra 9 emîn a Kongra Star bû. Ji ber pirsgirkên heyî yên civak di nav de tê fetisandin û helandin pirsgirêkên hişmendiyê ne lewma guhertina hişmendiya mêr erka hemû jinan e. Jin pêwîst e xwe ji wê hişmendiyê rizgar bikin û civaka xwe qezenc bikin. Plansaziya me di dema pêş de ew e ku dewreyek ji bo mêran were vekirin.”

‘Çirûska bîrdoziya Rojava ronî da tevahî cîhanê’

Koçer Hisên destnîşan kir ku perwerde mirovan zindî dike û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên pîroz bi fikir û felsefeya Rêberê Gel Kurd Abdulah Ocalan hatin avêtin. Îro di bin vê felsefe û dirûşma Jin, Jiyan, Azadî de em dibînin ku çirûska bîrdoziya li Rojava dest pê kir ronî daye tevahî cîhanê. Ev serkeftin tekez dide nîşandan ku ked û xeta şehîdan hilbijart xeteke pîroz û bi nirx. Em van deskeftiyan weke berhema ked û fedkariyan e. Mirov çiqas xwe perwerde bikin û rastiya jiyanê bizanibin dê ewqas bigihîjin heqîqeta jiyana azad. Rêber Apo di bîrdoziya xwe de jî diyar dike ku perwerde ji av û nav girîngtir e. Çawa mirov nikare bê nan û av bijî, bê perwerde jî nikare bijî. Perwerde zindîkirina mirov e.”

‘Zanebûn û rêxistinbûyîna me bersiva êrîşan e’

Koçer Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li seranserê cîhanê û bi taybetî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jin tên hedefgirtin. Li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên pêşeng ên weke Zeyneb û rêhevalên wê ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve bûn hedef. Zanebûn û rêxistinbûyîna me weke jin bersiva êrîşan e. Bila her kes bizanibe ku şehadeta Zeyneb û rêhevalên wê me naşikîne. Îro di bin navê wan ê pîroz de bi hezaran endamên pispor ên jin hene. Bi rastî barê me giran e bi taybetî qada perwerdeyê û bi yek destê em nikarin vî barî rakin. Pêwîst e her kes xwedî li bîrdoziya azadiya jinan derkeve û xwe û civaka xwe li ser wê bingehê perwerde bike, zana be. Ji ber ku zanebûna mirovan bêsînor e û weke çemekî ku her dem diherike pêdivî bi perwerdeyê heye.”