Di pisporiya zanista fizîkê de yekem jina filistînî

Filistînîya yekem di fizîka partîkulên nazik de Wefa Xatir dibêje: "Di gelek civakan de, hejmara keç û jinên ku di zanistên xwezayî de pispor in ji mêran kêmtir e, nemaze di astên bilind ên pisporbûnê de."

TEHRÎR BIN SAXIR
Ramalah – Wefa Xatir ji gundê Ên Sînya ê Ramalahê ye. Di sala 1993'an de qonaxa xwe ya xwendina amadehiyê (şaxa zanistî) xilas kir, paşê di sala 1998'an de bi dereceya yekem, belaloryosê fîzîkê ji zanîngeha Bîrzît qedand. Her wiha di sala 2003'an de xwendina xwe ya bilind di mastirê û doktora li Enstîtuya Fizîk û Teknolojiyê li Zanîngeha Bîrxin li keyaniya Norwecê qedand.
Di sala 2004'an de wekî endama karmendiya akademîk di Beşa Fizîkê de li Zanîngeha Bîrzît dixebite û di navbera 2014 û 2016'an de berpirsa Beşa Fîzîkê û Rêvebera Bernameya Mastirê bû.
Wefa Xatir ku li Fîlîstînî di fîzîka partîkulên nazik de yekem kes e, di hevpeyvînekê de ji me re behsa riya xwe ya perwerdeyê û zehmetiyên ku dîtine, kir.  
Wekî yekem jina Filistînî ya ku di warê fîzîka partîkulên nazik de pispor dibe, hûn dikarin vî warî ji me re bidin naskirin?
Di pisporiya min a di lêkolîna qonaxa doktorayê de û Fizîka partîkulên xweşik û lezkarên enerjiya bilind de û di heman demê de ez yekemîn fîzîknasa Filistînê me ku di vî warî de pispor e. Ev zanist li ser partîkulên nazik ên ku gerdûn û pêkhateyên gerdûnê jê hatine çêkirin û çawa ev kumjikên hanê bi hev re bi saya hêzên xwezayî yên cihêreng ve girêdayî ne, lêkolîn dike. 
We çima vê qada zanistê hilbijart? 
Berjewendiyên min di lêkolînê de û di civakên pêşketî de çalakiyên min di warê zanistî de hene her wiha çavdêriyên min ên astonomîk jî hene.
Serdanên min ên zanistî ji Rêxistina Ewropî ya Lêkolînên Nukleerî re (CERN) ji sala 2007'an ve derfetên hevkariyê peyda kirine ku feydeyê dide nifşên nû yên mezûnên jin û mêr ên Filistînî ku beşdarî vê pisporiya nazik bibin. 
Xelata min a hevkariyê ya birêkûpêk ji Navenda Cîhanî ya Fîzîka Teorîk (ICTP) re li bakurê Îtalyayê heye. Ez endama Rêxistina Jinên Di Zanistê de Di Civakên Pêşketî de (OWSD) û endama desteya rêveber a milê Fîlîstînê ya vê rêxistinê me. Endama damezrînera Zanyaran ji bo Filistînê (Scientists for Palestine) û endama Weqfa Parvekirina Zanînê (SKF) me.
Zehmetiyên ku we di dema kariyera xwe ya zanistî de kişandin çi ne? 
Di qonaxên xwendinê de, hin zehmetiyên darayî hebûn. Ez ji malbateke xwedan îmkanên darayî yên kêm im lê min gelek bûrs girtin ji bo ku ez xwendina xwe bi dawî bikim. Hin zehmetiyên civakî jî hebûn, nemaze derketina li derveyî Filistînê bi armanca temamkirina xwendinê lê piştgiriya malbatê bandorek erênî bû.
Di dema xebatê de cudakariyek "nenivîsandî" heye lê mixabin ew carna li cihê kar li dijî jinan bi gelemperî tê kirin.
Çima ewqas jin ji dil berdewam dikin ku vê pisporiya zanistî pêşve bibin?
Di pir ciwanan de, hejmara keç û jinên ku di zanistên xwezayî de pispor in ji mêran kêmtir e, nemaze di astên pisporiyê yên bilind de. Jin hewceyê piştigiriya malbatî ne. Di heman demê de peywira civak û saziyan ew e ku ji wan re derdorek guncan peyda bikin. Bi taybetî li Flistînê pêdivî heye ku zanîngeh dest bi sazkirina bernameyên doktorayê yên xurt di zanistên xwezayî de bikin da ku sînorên li ser jinên ku diçin derveyî welêt sivik bikin.
Her wiha di van demên dawî de eleqeyeke mezin a cîhanî heye ku keç û jinan teşwîq bike da ku bikevin warên zanistî, her wiha di sala 2015'an de Neteweyên Yekbûyî Roja Navneteweyî ya Keç û Jinan di Zanistê de destnîşan kir ku her sal ev roj dikeve roja 11'ê Sibatê.