Werzîşvana siwariyê Perwîn Dummar: Divê em xeyalên xwe pêk bînin

Perwîn Dummar a li bajarê Reqayê ku tevî hişmendiya civakê jî dest bi werzîşa siwarbûna hespan kiriye got: “Rêveberiya Xweser piştgirî dide jinan ku kêrhatiyên xwe di hemû waran de bi pêş bixin” û xwest ku jin xeyalên xwe pêk bînin.

YUSRA AL-EHMED

Reqa- Xwendekara fakulteya Endezyariya Zîraetê ya zanîngeha Al-Sharq a li bajarê Reqayê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Perwîn Dummar a 23 salî yek ji wan jinên ciwan ên ku werzîşa siwarbûna hespan dike ye. Perwîn Dummar hişmendiya ku werzîşa siwarbûna hesb tenê ya mêran e şikand û da zanîn ku mafên jinan heye werzîşên jê hez dikin, bikin.

Pewîn Dummar derbarê azweriya xwe ya sûwarbûna hespê de wiha got: “Li bajarê Reqa dema ku kuluba sûwarbûna hespan hate avakirin, vê rewşê min teşwîqî beşdariya perwerde û ceribandinê kir. Ez ji pêşbaziya hespan a li pistê ya bi atmosfera bi coş bi bandor bûm. Ji zarokatiyê ve eleqeya min a lênêrîna lawiran hebû. Hesp jî lawirên kedîkirî ne û gelek nêzî mirovan in.”

‘Bi min re gelek guherîn çêbûn û guherîm’

Perwîn Dummar der barê eleqeya xwe ya li hemberî hespan ev tişt got: “Eleqeya min gelek ji siwarbûna hespan re heye, ez bi hemû hêza xwe bi wan re eleqedar dibim. Fikra kedîkirina hespan min erênî dît û li gel hespan min gelek guherîn û cudabûn dît.”

Sebir pêwîst e

Perwîn Dummar behsa sûdên siwarbûna hespan kir û got: “Siwarbûna hesp bi taybetî ji bo tendirustiya ruh, aramiya derûnî gelek bi sûd e. Ji ber xebata dersê û di demên ku ez rastî zextan dihatim de ji bo ez enerjiya neyênî biavêjim û enerjiya pozîtif bigrim her dem diçûm kulubê. Siwarbûna hesp di heman demê de masulkeyên laş bi hêz dike, hêz û dengeyê çêdike.”

Perwîn Dummar destnîşan kir ku li kulûba siwarbûna hespan gelek perwerde dîtiye û got: “Gava yekem dema ku li hespê siwar dibin divê quralên ewlehiyê bizanibin. Divê cilên parastinê yên weke kask, çeket û parastina ling werin girtin. Gere li pişta hesp, dezgên wê li ser dev bi cih bikin. Ji bo siwarker ji heqê vê rewşê derbikeve divê sebrek cuda ya wê hebe. Dema ku neyê dîqetkirin hinek caran ji ber ketinê rê li ber mirinê jî vedike. Tevî metirsiyên siwarbûna hespan min tirsa xwe şikand û dikaribûm kêrhatiya xwe ya di siwarbûna hespan de bi pêş bixim.”

'Min gelek piştgirî û teşwîqa manewî girt'

Perwîn Dummar, diyar kir ku Rêveberiya Xweser piştî navberek çend salan ji ber kontrola çeteyên DAIŞ'ê, ji bo werzîşên curbecur xebatên piştgiriyê kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Ez jî dikaribûm beşdarî bernameyên antrenman ên 3 meh berdewam dikin, bibim. Weke yekemîn siwarkara hespan, ji bo pêşxistina jêhatibûnên xwe ji antrenoran, min gelek piştgirî û teşwîqa manewî girt. Di civaka me de siwarbûna hespan tenê wek werzîşa mêran tê dîtin. Ez di destpêkê de koordînasyona di navbera bernameyên antrenman ên li klûba siwarbûnê û xwendina min li zanîngehê jî di nav de rastî gelek zehmetiyan hatim. Lê belê di dawiyê de ez dikaribûm koordînasyonê pêk bînim û xwe ji tevliheviyê xilas bikim. Ya rast, perwerdeya ku min girt, bû alîkar hem ji xebata dersan xilas bibim û hem jî min di dersên xwe de notên pir baş girt.”

'Bila jin ji xwe bawer bikin'

Perwîn Dummar, da zanîn ku ji bo mirov bigihîje armanc û xeyalên xwe divê xwedî îradeyeke xurt be û got: “Divê jin ji xwe bawer û wêrek bin da ku bikaribin ji derfetên derdikevin holê sûdê bigrin. Rêveberiya Xweser girîngiyek mezin dide jinan û ji bo jin di her warî de jêhatibûnên xwe bi pêş bixin, piştgirî dide.”