Tîma Futbolê ya Jinan a Silopiyayê gihîşt lîga jortir

Tîma Futbolê ya Jinan a şaredariya Silopiyayê, weke şampiyon gihîşt lîga din. Lîstikvan niha hedef dikin ku bibin yekem.

Navenda Nûçeyan- Şaredariya Silopiya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, di sala 2021’ê de tîma futbolê ya jinan a şaredariyê ava kir.

Di encama xebatên ku bi 4 lîstikvanên futbolê yên jin dest pê kir de, îro 25 jinên lîstikvan cih digrin. Di sala 2022’an de jinên Federasyona Futbola Tirkiyeyê, Tîma Futbolê ya Jinan a şaredariya Silopiyayê, ku di lîga 3’yemîn de têdikoşin, di sala yekem de weke şempiyon bi serkeftî dikaribûn bikevin lîga din.

Hedefa tîma futbola jinan ew e ku di lîga 2’em de têbikoşin, bigihîjin lîga yekem.