Hala Hemo bi dadvaniya pêşbirkên basketbolê qaliban dişkîne

Hala Hemo yekem jina ciwan e ku dadvaniya pêşbirkên basketbolê yên mêran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, dibêje ku wê qalib şikandiye û dixwaze di asteke mezintir de dadvaniyê bike.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi şoreşa jinê ber bi 12 saliya xwe ve diçe jin di hemu qadên jiyanê de hebûna xwe diyar dikin. Hala Hemo a 22 salî jineke ciwan e ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ew yekem dadvana maçên basketbola mêran e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hala Hemo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

9 sal bi ezmûn

Hala Hemo behsa ezmûna xwe ya destpêkê kir ku anha 9 salan derbas dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji sala 2015’an dest bi lîstika basketbol kiriye, di sala 2017’an de tevlî Klûba Asayîş bû û ta roja îro tê de dewam dike. Ji dema zarokatiyê de li dibistanê min ji vê lîstikê hez dikir, min digot ku jêhatiya min di vî warî de heye. Dema min dest bi lîstikê kir, min piştgiriyeke mezin ji malbata xwe dît, ez dibînim ku basketbol xweş e ji jinan re. Di nav 9 salan de min gelek ezmûn derbas kirin, serbûriyeke min a baş çêbû. Ez him li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û him jî derveyî wê bi hevalên xwe re lîstime.”

Di maça basketbolê ya mêran de dadwerî kir

Hala Hemo derbasî kursên perwerdeya dadvaniyê bûye ta ku karîbû bibe yekemîn dadvana maçên mêran bi taybetî. Hala Hemo di vê derbarê de dibêje: “Ji bo ku ez bibim dadger divê kursek bedensaziyê derbas bikim û ev tişt çêbû. Ez li Klûba Asayîşê beşdarî perwerdê bûm, ezmûna min çêbû. Gelek rêzik hene ku pêwîste tu nas bikê û pratîk bikê ji bo ku tu bikaribê bibê dadvana lîstika basketbolê. Yekem car di sala 2020’an de min ev gav avêt, di şampyona mêran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mamosteyê min derfet da min û piştgirî da min ji bo ku ez xwe pêş bixim. Ez di Şampiyonaya Basketbolê ya Mêran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku li Amûdê jî hat lidarxistin dadvan bûm û min 5 maç hakem kirin. Her wiha di Lîga Herêmî ya Cizîrê de min davaniya hemû maçan kir.”

Hestên kêfxweşî û serfiraziyê

Hala Hemo destnîşan kir ku tevî hewldanên biçûkxistinê ji aliyê hin zilaman, dikarîbû xwe isbat bike û wiha pê de çû: “Destpêkê dema ku yekem car min dadvaniya maçeke mêran a basketbolê kir, ez girnijîm. Lê dema min dît malbat û hevalên min kêfxweş bûn û serbilind in. Wê demê moralê min bilind bû û ev yek bû hêz ji min re. Min qalibên paşverû şikand, her çiqas hin mêran dîtin ku kêmaniyeke ku jin maça wan bi rê ve bibin. Lê di encam de min karîbû xwe isbat bikim.”

‘Daxwaza zêdekirina baldariya û pêşxistina basketbolê li herêmê’

Hala Hemo daxwaz ji aliyên pêwendîdar bi lîstik û werzîşê kir ku hîn zêdetir baldariya li ser basketbolê bikin li herêmê û wiha bi dawî kir: “Gelek baldarî li lîstika basketbolê nabe, em hêvî dikin ku bêtir bal li ser werê kişandin weke lîstikên din. Di heman demê de taybetmendiyeke vê lîstikê heye û pêwîstî bi pisporiyeke mezin heye ji bo birêvebirina vê lîstikê taybet di warê dadvaniyê de. Peyama min ji  bo jinan ew e ku xwe di vî warî de pêş bixin û karîbin bi hêz û îradeya xwe bigihêjin astên herî bilind.”