Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Hêza Colemergê 3-1 têk bir

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê, Tîma Futbolê ya Jinan a Hêza Colemêrgê 3-1 têk bir û di lîgê de bû rêza 11’emîn.

Navenda Nûçeyan- Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê, Tîma Futbolê ya Jinan a Hêza Colemêrgê ya li mala xwe pêşwazî kir, bi skora 3-1 têk bir. Di maça ku li Tesîsên Şilbê hat lîstin de, gola ewil ji aliyê yek ji lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Juliette Nana ve hat avêtin.

Piştre di maça ku di nîvê duyemîn de bi heman tempo û kelecanê berdewam kir de, gola ewil lîstikvana Tîma Futbolê ya Jinan a Hêza Colemergê Divinde Manga avêtin. Di berdewamiya maçê de bi golên Diana Lucas û Şehrîban Dulek re Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi ser ket û bû rêza 11’emîn a lîgê.