Li Tebqayê pêşbirka bezê ya jinên ciwan hat lidarxistin

Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Meclisa Werzîşê ya kantona Tebqayê pêşbirka bezê ya taybet bi jinên ciwan li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Meclisa Werzîşê ya kantona Tebqayê pêşbirka bezê ya taybet bi jinên ciwan li dar xist Di pêşbirkê de malbatên beşdaran, nûnerên Komîteya Çand û Hunerê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn. Di pêşbirkê de 40 jinên ciwan ên dibistana Muhdese û dibistana Hevrîn Xelef beşdar bûn. Pêşbirk ji 2 geran pêk hat û di her gerekê de 5 beşdarên serkeftî hatin hilbijartin û li dawiyê 3 beşdarên pileyên pêşîn hatin diyarkirin.

Beşdar ji pêşiya kafîterya Şemis a taxa El Sanî (duyemîn) a Tebqayê dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ya kantonê ve bi rê ket.

Di dawiya pêşbirkê de hemû beşdar hatin xelatkirin, her wiha hersê beşdarên serkeftî; Şeyma El Ubêd ji dibistana Muhdesê, Rîmas El Mustefa ji dibistana Muhdesê û Îman El Elî ji dibistana Hevrîn Xelef hatin xelatkirin.