Jasmin Paris ku Maratona Barkley temam kir: Ez ji bo hemû jinan beziyam

Jasmin Paris, di maratona Barkley ku weke pêşbaziya herî zehmet ya cîhanê tê dîtin, ji sala 1989’an ve ev cara yekeme qezenc dike û weke jina bezvan kete dîrokê. Jasmin Paris got ji bo hemû jinên cîhanê beziya ye.

Navenda Nûçeyan- Maratona Barkley ku weke pêşbaziya herî zehmet ya cîhanê tê dîtin. Maratonvana Îskoç ya 40 salî Jasmîn Paris, dema 99 saniye ma ji dema 60 saetî ya bi dawîbûnê temam bibe giha. Jasmin Paris di nava 20 kesên ku di dîrokê de ku bi dawîkirina Maratonê bi serxistiye nivîsand. Jasmîn Paris diyar kir ku ji bo sînorên xwe biceribîne beşdarî pêşbaziyê bûye. Jasmin Paris ku ev 3 sale beşdarî maratonê dibe, di dawiya maratonê de ketina wê ya erdê weke aramiyek gelek baş tîne ziman.

‘Ji bo hemû jinên dixwazin têkoşînê destpê bikin min serxist’

Jasmin Pasri ji BBC re axivî û diyarkir ku ji bo hemû jinên cîhanê beziya ye û wiha got: “Tenê bezin ne ji bo jinan e, min ji bo ew jinên dixwazin dest bi têkoşînekê bikin û lê belê ew bawerî di xwede nedîtin min serxist; Ez keyfxweşim.” Jasmin Paris da zanîn ku di parkurê de tişta zehmet tenêbûne û wiha got: “Li wê derê hûn bi tena serê xwe ne. Di gelek pêşbaziyan de xalên kontrole ên ku dilxwaz lê cih digrin û mirov motîvasyonê bigre hene. Lê ev ne wisaye.”

 Maratona Barkley

Di pêşbaziya her sal li eyaleta Tennessee li Parka Frozen Head State beşdarvan parkura 32 kîlometre, di rotayên cûda tam 5 caran hewl didin temam bikin. Maraton ji bez, meş û xwegihandina bilindahiyê pêktê, ên ku pêşbaziyê temam dikin, hema bêje 60 saetan narazin. Di sala 2023’an de lîstokvanekê ji ber bê xewiyê rêya xwe şaş kiribû, li qezayek ku bi qutiyên çopê re di axivî hatibû dîtin. Maratonvanên ku beşdarî vê pêşbaziyê dibin neçêr dimînin têkoşînê li dijî halusinasyonên ku bi bêxewî ve girêdayî ye dikin. Di marotonê de çûna serî û hatin bi giştî digihêje 18 hezar kilometre. Ev jî tê wateya dû caran qasî çiyayê Evreste.”

Hejmarek kêm pêşbazan li gel ezmûna qewimî, neçar in karên wek xwendina nexşeyê jî bicîhbînin. Maratonvanan, neçar dimînin di saetên şev ên dereng de di qada daristanî de rêyên xwe bibînin. Dûrahiya tevahî maratonê ya 42 kîlometran, wekî "maratona ultra" tê nirxandin. Ev bi gelemperî ji parkûrên 100 kîlometre û zêdetir pêktên. Lê Maratona Barkley bi qûralên xwe û avahiya xwe ya her sal tê guhertin re, di nav pêşbirkên wekhev de "yek ji yên herî dînitî” tê qebûlkirin.