‘Dema ez hewldanên zarokên keç dibînim nikarim welat biteriqînim’

Tekvandovana Îranî Parîsa M., da zanîn ji ber astengiyên rastî hatiye gelek caran biryara teriqandina welata xwe daye, lê ji ber hewildana zarokên keç dev ji vê biryara xwe berda.

ŞABNAM TAVAKOLÎ

Tehran – Parîsa M. a 34 salî ya Îranî, bi bandora bavê wê jî rahênerê tekwandoyê di 8 saliya xwe de dest bi tekwandoyê kir. Parîsa M., diyar kir di temena xwe ya zarokatiyê de antrenmanên xwe li gel bavê xwe kiriye û wiha got: "Pirsa ewil ku hemû kes ji min kir, “te çima hunerên lêkdan hilbijart’ bû. Min jî ev bersiv dida, ‘Ez li pey xeyalê xwe diçim’. Ji dervayî ji vê yekê ji bo min girîngiya tu tiştekî din nîne.”

'Ez gelek caran bûm mijara tinaz kirine’'

Parîsa M., anî ziman ku lê heta niha jî civak ji bo pêkanîna jin û zarokên keç a van werzîşan biçavekî cuda meyze dike û ev bi xwe jî para xwe ji vê yekê girtiye û wiha got: “Gelek caran ji aliyê kesên derdorên xwe ve bûm mijara tînazan. Hunermenda lêkdan û mêrbûyîn bi hev re dikin yek. Ez wek jinek ji mêran behtir, bi profesyonelî û bi cidî nêzî hunerên lêkdanê bibim. Ez ji ber hemû pirsgirêk û astengiyên di vê qadê de rastî têm, ji mêrekî hin zêdetir hewl didim.”

'Di bin bandora pergala baviksalar de ye’

Parîsa M. da zanîn dîtiye ku zarokên keç ji ber naxwazin zerara fîzîkî bibînin, ji pêkanîna vê werzîşê ditirsin û wiha got: “Ev ji bo min xemgîniye. Ji ber ku ez dizanim ev fikir ji ku çavkanî digre û pişt ev fikaran çi ye. Parîsa M., diyar kir herçiqas dersê melavaniyê be jî, hertim ji xwendekarên xwe re hişyariya dibe ku hûn rastî gelek zehmetiyan bên dide û wiha axivî: “Dema pêşbirkê em ji hakeman, zirartîna rûyê xwe û şikandina destên xwe ditirsîn. Jin di bin bandora pergala baviksalarî de ne. Tişta ku civaka baviksalarî jî dixwaze tirsandina jinan e.”

'Em bi têna serê xwe ne’

Parîsa M., da zanîn ji xwendekarên xwe re diyar kiriye bêyî piştgirî û teşwîqa tu rêxistinê li gel hev in û wiha got: “Ez dibêjim em li vir têna serê xwe ne. Ji ferzkirina hicabe ya di pêşbirkan de heta qedexekirina hebûna rahênerên mêr a di antrenoran de gelek zor û zehmetî hene. Li her derê aliyê cîhanê jin û mêr bi hevre û awayekî azad antrenman dikin û jêhatibûnên xwe test dikin. Ji ber vê yekê pir xwezayiye ku hevrikên me ji me zêdetir pêşbikevin. Pêşbirk û pêvajoya antrenmanan roj bi roj zehmettir dibe. Lê herçend lêçûn aîdê we be jî, mafê we nîne ku hûn destûr dibin mêrek bikeve klûbe.”

‘Dema ez hewldanên zarokên keç dibînim dev ji biryara xwe berdidim’

Parîsa M. dest nîşan kir gelek caran biryara koçberbûnê girtiye, lê ji ber hewildana zarokên keç dev ji vê biryara xwe berdaye û wiha axivî:  “Min bihîst gelek werzişvanên me yên jin ên yek bi yek ji welatê diçin û ji bo welatekî din têdikoşîn û ji bo bibin rûmetê wan koçber dikin. Ev yek min xemgîn dike. Ger ez û hevpîşeyên me yên din ji welêt koçbikin,, dê kes nemîne. Ez li vir tişta dikeve para min dikim û hemû tiştên ji destê min tên dikim û zarokên keç teşwîq bikim. Ji ber vê yekê ez dixwazim hevalên min ên din jî tişta dikevin li ser milê wan dike. Ez hêvîdarim di pêşerojek kurt de, hertim bi hewldanên xwe re hem di hûnera lêkdan û hem jî qada werzîşên jin ên derveyî lêkdanê de reforman bibînin.”