Zeyneb Celaliyan ku bi kelemçe hat lêpirsînkirin poşmanî lê hat ferzkirin

Hat zanîn ku li siyasetmedara Kurd Zeyneb Celaliyan ev 16 sal in li girtîgehê tê girtin, ji xizmeta tendirustî û hevdîtina bi malbatê re bêpar maye û bi kelemçeyê birine lêpirsînê, poşmanî lê hatiye ferzkirin.

Navenda Nûçeyan- Tevna mafên mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku rayedarên Îranê di hefteyên berê de girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan bi awayê kelemçekirî  lêpirsîn kirine.

Di daxuyaniyê de ve tişt hat gotin: “Zeyneb Celaliyan ku bi kelemçeyê birin lêpirsînê ji bo hevdîtinê bi malbata xwe re pêk bîne li ser ferzkirin li xwe mukir were û ferzkirina poşmaniyê lê hatiyekirin. Heta ku Zeyneb Celaliyan ferzkirina poşmaniyê qebul neke wê ji hemû mafên bingehîn û xizmeta tibî bêpar bimîne.”

Li bajarê Makuyê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di 26’ê Sibata 2008’an de hat girtin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hat birîn. Zeyneb Celaliyan a ku 2 sal û 8 meh in ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin, li girtîgeha Navenda Yezdê tê girtin. Gelek pirsgirêkên tendirustiyê yên Zeyneb Celaliyan ên weke xirabûna dîtinê, astim, gurçik, sîstema hezimkirinê hene. Destûr nayê dayîn ku Zeyneb Celaliyan ji xizmeta tendirustiyê sûdê bigre û tedawî bibe.