Li Fîlîpînê bi pileya 7,6 erdhejek pêk hat

Li nêzî herêma Mindanao ya li başûrê Fîlîpînê bi mezinahiya 7,6 erdhejek pêk hat.

Navenda Nûçeyan – Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku li rojhilatê girava Mindanao ya li başûrê Fîlîpînê bi mezinahiya 7,6 erdhejek pêk hat.

Piştî erdheja ku bi qasî 30 kîlometre di binê erdê de pêk hat hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Têkildarî kuştî û ziyanên madî yên li herêmê hîn ti daxuyanî nehatiye dayîn.