Li Îranê bi tacîza zayendî gef li jinan tê xwarin

Tacîza zayendî ya li Îranê zêde bûye gefê li jiyan û ewlehiya jinan dixwe, jin li hemberî bûyerên tacîzê bêdengiya civakê rexne dikin.

ŞABNAM TEWEKOLÎ

Tehran- Jin li hemû cîhanê rastî her cure tundiyê tên. Jinên ku di aliyê fizîkî û ruhî de birîndar nexweş ketine, ji bo başbûnê dem û dermankirina ji wan re pêwîst e. Li Îranê jin ji derveyî zextên civakê ku wan hebs dike, di van demên dawî de bi gefên tacîza zayendî re rû bi rû ne. Li welat bûyerên tacîza zayendî zêde dibin û ev yek gefê li ewlehiya jinan dixwe. 

Nazanîna 23 salî ku li Tahranê dijî diyar kir ku li kolanan û bi taybet li cihên qerebalix jin rastî tacîza zayendî tên û got: “Jin bi taybetî li cihên qerebalix weke bazara Yehu dema ku digerin rastî tacîza zayendî ya mêran tên. Hinek caran ev bûyerên wiha rê li ber kîna min li hemberî mêran vedike û ez ditirsim ku di demên pêş de qet ji wan bawer nekim. Jineke ku li kolanan rastî tacîzê hatiye, ji ber rûbirûbûna wê rewşê û di danîna têkiliyan de zehmetiyan dikşîne.”

‘Bê helwestî bi êştir e’

Nazanîn da zanîn ku jin ji ber sedema tacîzê gelek deman xwe di ewlehiyê de hîs nakin û got: “Dema jin rastî tacîzê tên, bêhelwestiya civakê li hemberî failên tacîzê bi jinan re dibe sedem ku êşên wan zêdetir bibin. Jinên ku rastî tacîzê tên, wekî ku ne bes be tên cezakirin. Hinek deman bi niyeta cezakirinê destûr nayê dayîn jin ji malê derbikevin, bixwînin û jiyana xebatê berdewam bikin.

‘Hestên tirsê zêde dibin’

Nazanîn destnîşan kir ku tacîz bi malbatan re tirsê ava dike û wiha got: “Malbat gelek caran zarokên xwe bi tenê naşînin derve. Di rewşeke wiha de zarok bi tirs dijîn derfeta têgihîştin û pêşketinê nabînin, li aliyekî ve beşdariya wan a civakî kêm dibe. Bi awayekî çandî daxwaza wan a têkiliya bi hinekên din re kêm dibe. Hestên wan ên tirsê zêde dibin. Tacîza li kolanên Îranê, hebûna jinan a aktîf kêm dike û ji ber vê jî di demên nêz de rê li ber pirsgirêkên jinan ên fizîkî û psîkolojik vedike.”