Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê 30 sal berê li Rihayê hat windakirin pirsîn. Di daxuyaniya ÎHD'ê ya hat kirin de Raportorê PE’yê ya Tirkiyeyê axivî û got, "Parastina Dayikên Şemiyê tê wateya parastina mafên mirovan."

Stenbol- Dayikên Şemiyê û Parazvanên Mafên Mirovan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di girtîgehê de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û xwest kujer bên darizandin careke din li Qada Galatasarayê bûn. Tevî biryarên "îhlal" ên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), Dayikên Şemiyê yên ku 29 hefte ne bi hinceta biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê ketina Qada Galatasarayê hatin astengkirin, bi meşê heta qadê daxuyanî dan. Encama berxwedana wan a di hefteya 30’emîn deyê de meşiyan qadê û daxuyanî dabûn. Di encama têkoşîna wan de 33 hefte şûnde jî dayik heta Qada Galatasarayê meşiyan û careke din çalakiya xwe li dar xistin.

Di hefteya 975'an a Dayikên Şemiyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê 30 sal berê li Rihayê hat windakirin hat pirsîn. Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor û gelek endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî bûn. Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin heta Qada Galatasarayê meşiyan. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Sebla Arcan ve hat xwendin.

'Berpirsiyartiyên  xwe bi cih bînin'

Sebla Arcan wiha got:"Weke malbat û parêzvanên mafên mirovan ên ku piştî binçavkirina wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hebûna wan hat înkarkirin û careke din agahî jê nehat girtin, em li vir daxwaza xwe ya 'dîtina windayan û edaletê pêk bînin’ bi raya giştî re parve dikin. Em li vir in ji ber ku bibîranîna tiştên ku hukûmet hewl dide bide jibîrkirin, Beşek girîng a lihevhatina bi paşerojê, demokratîkbûn û zivirandina hiqûq û mafên mirovan e. Îsrara me ya jibîrnekirinê di heman demê de daxwaza dewleteke demokratîk a li ser esasê hiqûq û mafên mirovan e. Sebla di hefteya 975'an de careke din xîtabî desthilatdarên dewletê kir û wiha got: "Dest ji binpêkirina mafê me yê zanîna heqîqetê û gihandina edaletê berdin û erka xwe ya ji bo lêkolîn û şopandina bi bandor a ku dê aqûbeta windayên me eşkere bike û edaletê pêk bîne bi cih bînin."

 Hemû hewldanên malbata wî bê encam ma

 Sebla Arcan di berdevamiya axaftina xwe de wiha got:"Di hefteya 975'an de em ji bo Huseyîn Taşkaya 30 sal in di encama polîtîkayên bênavber ên înkar û bêcezakirinê yên di dozên windakirinên li girtîgehê de aqûbeta wî di tariyê de ye, edaletê dixwazin." Sebla diyar kir ku Huseyînê 42 salî û 4 zarokên wî li navçeya Sêwregê ya Rihayê dijiya û mûtehitî dikir û wiha got: “Di 6’ê Kanûna 1993’an de leşker, polîs û cerdevanên ji eşîra Bucak hatin. Bi konvoyek ji 30 wesayitan pêk tê li Taxa Sêwreg Baglarê çû mala mamê Huseyîn Taşkaya û wî binçavkirin. Xizmên wî yên ku xwestin pêşî li binçavkirina wî bigirin rastî derbên giran hatin. Taşkaya li wesayîta leşkerî siwar kirin û birin. Malbata wî ji bo rewşa Huseyîn Taşkaya bipirse serî li cendirme, polîs, dozgerî û walîtiyê da. Lê belê hemû hewldanên wan bêencam man û careke din tu agahî ji Huseyîn Taşkaya nehat bihîstin.”

'Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev jê bernedin!'

 Sebla Arcan destnîşan kir ku ji bo aqûbeta Huseyîn Taşkaya were eşkerekirin ti lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin û wiha got: "Tevî ku bi îfadeya xizmên xwe û tevahiya taxê hat binçavkirin jî, dozgeriyê serlêdana sûc a der barê mijarê de weke îdîayeke razber nirxand û biryara neşopandina dosyayê da. Aqûbeta Huseyîn Taşkaya di tariyê de ma, kiryar jî bêceza hatin parastin. Malbata wî çar nifş e li Huseyîn Taşkaya digere. Di hefteya xwe ya 975'an de em bang li rayedarên edlî û siyasî dikin ku sûcê windakirina di girtîgehê de Bala xwe bidinê ku sûcê windakirina di girtîgehê de binpêkirineke berdewam e. Ji bo ku aqûbeta Huseyîn Taşkaya eşkere bibe û kiryar bên darizandin, erka xwe ya ji bo lêpirsîn û lêpirsîneke bi bandor pêk bînin. Çiqas sal jî derbas bibin em ê dev ji daxwaza edaletê ya Huseyîn Taşkaya û hemû windahiyên xwe bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."

 Oiştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê qurnefîlên ku hilgirtibûn avêtin qada Galatasarayê ku navenda wan a bîranînê ye.

 'Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn pêk nehatin'

 Piştî daxuyaniyê ji aliyê Raportorê Tirkiyeyê yê AP'ê Nacho Sanchez Amor ve li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ya Beyoglûyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Tevî gelek Dayikên Şemiyê/Gel, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, dayikên Nobeda Edaletê, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî civînê bûn. Nacho Sánchez Amor, diyar kir ku ew bi vexwendina Navenda Bîrgehê hatiye Stenbolê û got ku ew ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê û ji bo dîtina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hatine Stenbolê. Nacho Sánchez Amor da zanîn ku ew ji bo çavdêriyê hatiye û diyar kir ku gelek polîs beşdarî çalakiyê bûne. Nacho Sánchez Amor da zanîn ku daxwazên Dayikên Şemiyê yên ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin rewa ne, Nacho Sánchez Amor da zanîn ku Dadgeha Destûra Bingehîn jî destnîşan kir ku ev kiryar rewa ye û wiha got: “Ji bo mafê civîn û xwepêşandanên aştiyane, em dibînin ku şert û mercên berevajî baştir têne dabînkirin. Ev mafê kombûna aştiyane ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve jî bi zelalî hat îfadekirin. Ez vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî pîroz dikim. Lê helbet rûxmê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn rêveberiya herêmî ev biryar bicîh neanî.”

Polîs xwe wekî biryarder dibînin!

Nacho Sánchez Amor, anî ziman ku tevî talîmata zelal a Dadgeha Destûra Bingehîn jî rayedarên din ên îdarî hewl didin biryaran paşguh bikin û wiha got: “Em biryarên ku Serokomar Erdogan bi referansa biryarên din bi cih anîne dizanin. Divê ev biryar ji aliyê Dayikên Şemiyê ve bê astengî were şopandin. Dayikên Şemiyê li Tirkiyeyê yek ji mînakên herî bingehîn ên nakokiyên darazê ne. Tevgerên nedîtî yên Dadgeha Bilind û avêtina gavên ji bo mehkemekirina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn nîşaneyek bi tevahî cûda ye ji rewşa ku Tirkiye tê de ye. Di raporeke ku min xwend de min dît ku polîsek biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nas nake û dibêje 'biryara me ye'. Pirsa ku hûn wek civak divê bikin ev e ku mafên me destê kî de ye? Li Qeymeqamtiya Beyogluyê yan di biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn de ye?

Parastina Dayikên Şemiyê tê wateya parastina mafên mirovan!

Heya ku Tirkiye wek welatekî ku mafên me di destê polîsan de ye bê dîtin, tu carî nabe welatekî ku jê re rêz were girtin. Ez pir kêfxweş im ku ez dikarim çalakiya Dayikên Şemiyê bişopînim. Ji ber ku Dayikên Şemiyê mînakek bêkêmasî ne ku tê wateya hemwelatîbûn. Li Tirkiyeyê gelek binpêkirinên mafên mirovan hene, lê hilbijartina min a Dayikên Şemiyê girîng e. Ez bi Dayikên Şemiyê re rawestiyam, ji ber ku wan îradeya mutleq a israra di xwedîderketina mafên demokratîk de nîşan dan. Parastina Dayikên Şemiyê tê wateya parastina mafên mirovan. Beşdarbûna çalakiyên wan tiştek e ku ez dixwazim di pêşerojê de bikim. Ez ji bo mafên we li vir im."

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.