Dorpêç ziyanên mezin li ser perwerdeya xwendekaran dike

Mamoste û xwendekarên Efrînê yên li Şehbayê bandora dorpêçê li ser xwendinê bi lêv kirin û gotin: "Ji ber rêgiriya hikumeta Şamê xwendekar bi awayê demkî li dibistanan xwendina xwe didomînin."

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji ber rêgiriya hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê Desteya Perwerde û Hîndekarî ya Efrîn-Şehbayê di 25'ê Mijdarê de biryara rawestandina xwendinê li paymengeh û dibistanan da. Bi lêgerîna rê û rêbazên cuda deriyên dibistan û paymengehan careke din hatin vekirin lê ev demkî ye, ji ber tunebûna mazotê. Niha xwendekar li Şehbayê li ber sermaya zivistanê xwendina xwe bi îsrar berdewam dikin lê ger rewşa dorpêçê berdewam bike û rewşa hewayî sartir bibe wê dibistan û paymengeh deriyên xwe careke din bigrin.

Mamoste û xwendekarên Efrînê ku li Şehbayê xwendina xwe ruxmî hemû şert û mercên jiyanî didomînin bandora dorpêçê ya li ser wan ji ajansa me re vegotin.

'Xwendekar demkî li dibistanan dixwînin'

Mamoste Evîn Dingilî behsa rewşa xwendin û xwendekaran di dorpêça hikumeta Şamê de kir û got: "Di dirêjahiya salên koçberiyê de rê ji aliyê hikumeta Şamê ve ser Şehbayê hatine girtin. Ev jî bandoreke neyînî li ser rewşa xwendinê dike. Ji ber tunebûna stomeniyê li herêmê em neçar in deriyên dibistanan ji xwendekaran re bigrin. Demek xwendekar ji ber dorpêçê ji xwendina xwe qut bûn lê me dîsa bi derfetên kêm jî deriyên xwe ji xwendekaran re vekir lê biryara vekirina dibistanan demkî ye ji ber mazot li herêmê peyda nabe û ger mazot derbasî herêmê nebe wê careke din xwendekar ji xwendinê qut bibin. Şagirt û xwendekarên me niha li ber sermayê xwendina xwe bi biryar didomînin.

'Ger dorpêç berdewam bike xwendina me wê raweste'

Xwendekara paymengeha Ş. Viyan Amara Sîdra Hemo behsa bandora dorpêçê li ser xwendinê kir û wiha got: "Dorpêça ku ser me hatiye kirin ziyanek mezin bi xwe re tîne. Bi taybetî kesên ku li wargehan bi cih bûne astengiyên mezin dibînin. ji ber mazot nayê peydakirin elektrîk tune ye, ev jî bandorê li ser xwendina me dike ku em nikarin li malên xwe jî bixwînin. Em demek ji xwendina xwe qut bûn lê ger rewşa dorpêçê wiha berdewam bike em ê careke din ji xwendina xwe dûr bikevin. Rewşa hewayê jî sermaye û di refan de ji ber mazot nîn e sobe jî tune ne. Xwendekar pêşerojên civakê ne û divê derfet ji wan bên avakirin ku xwedî li civaka xwe derkevin. Banga me ew e ku ev dorpêç bi dawî bibe û derfet ji me re bên avakirin ku bi rehetî em xwendina xwe bidomînin."

'Divê bi lez pirsgirêka dorpêçê bê çareserkirin'

Xwendekar Fatimê Hec Mihemed jî diyar kir ku ji ber dorpêça heyî ew demkî xwendina xwe didomînin û got: "Ji ber dorpêça heyî em demkî li dibistan û peymangehên xwe dixwînin. Ev jî gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Di demên koronayê de me xwendina xwe bi waneyên onlinê derbas dikir. Lê niha ji ber tunebûna mazotê û elektrîkê înternet jî tune ye, ev jî bandoreke neyînî li ser derûnî û kesayetên me dike. Em naxwazin ji xwendina xwe qut bibin. Em bi hêvî ne ku pirsgirêka dorpêça heyî bi lez bê çareserkirin û em wek xwendekar ji xwendina xwe dûr nekevin."