Jiyan Dêrik: Weke qralîçe Zenûbya em îro rola xwe ya dîrokî dilîzin

Endama Meclisa Jinê ya Zenûbya Jiyan Dêrik ku li bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê yên ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û hat birêxistinkirin got: "Zenûbya qralîçeyek ku di dîrokê de rol a xwe lîstiye ye. Em jî dixwazin rola xwe bilîzin."

DÎREN ENGÎZEK

Reqa-Meclisa Jinan a Zenûbya ji destpêka damezrandina xwe ve li bajarên Reqa, Dêra Zor, Tebqa û Minbicê ku weke herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên binavkirin, xebatên xwe dimeşîne. Çawa ku xwe digihîjîne gelek jinan, bi taybetî hewl dide wêraniya çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê û zextên eşîran ên li ser jinan kêm bike. Li vê herêma ku Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez lê dijîn, jin bi hişmendiya serdest a mêr û paşverû yên ku ji aliyê komên olperest ve hatine afirandin, bi pêş ve diçin û alîkariya hev dikin. Em bi endama Meclisa Jinê ya Zenûbya Jiyan Dêrik re li ser xebatên wê û bandora wê ya li ser jinan axivîn.

Jiyan Dêrik diyar kir ku Meclisa Jinê ya Zenûbya di 6’ê Hezîrana 2021’ê de bi lidarxistina yekemîn kongreya xwe dest bi xebatên xwe kiriye. Jiyan Dêrik diyar kir ku beriya niha zemîna rêxistinbûnê hebû û got: “Herêmên weke Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê cihên ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve gelekî bi wan hatibû lîstin û paşguhkirin in. Li vê herêmê dewlemendiyeke dîrokî, erdnîgarî û her wiha ziman û çandeke cuda heye. Ev bajar hem bajarên dîrokî û hem jî yên çandiniyê ne, xwedî bandoreke eşîrî ne. Berê rejîma Sûriyeyê bû, piştre Ceyş El-Hur hat û wêraniyeke mezin pêk anî lê DAIŞ’ê ya herî mezin kir.”

'Jin hîn jî bi fikar in ku DAIŞ careke din were'

Jiyan Dêrik amaje bi wê yekê kir ku herêma herî zêde di bin bandora DAIŞê de maye Reqa ye û got: “DAIŞ li her derê li vir bi cih bibû. Li her cihê Reqayê, dîmenên bi êş hene. Li vir jinan li ber xwe dan, rastî îşkence, destavêtin û qetilkirinê hatin. Di dema DAIŞ’ê de jinan malbatên xwe parastin û malên xwe îdare kirin. Ger civak sax mabe, bi saya jinan e. Ji ber vê yekê bi awayekî eşkere hewcedarî bi rêxistinbûnê hebû. Hê jî bandora DAIŞ’ê li ser jinan heye. Bi her jinê re travmayek çêkiriye. Jinên li vir dijîn şahidî ji her tiştî re kirin, hatin darvekirin, serjêkirin, rastî destavêtinê hatin, jinan nikaribûn alîkariyê bikin, dengê îşkenceya wan bihîstin û nikaribûn tiştekî bikin. Hê jî fikarên jinan hene ku DAIŞ careke din were."

Jiyan Dêrik diyar kir ku jin wê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bi kîn û hêrsa li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê geş bikin û got: "Ya rast dema ku jin gav bi gav dest bi têgihîştin û hişyariya xwe bikin, wê ji vê derûniyê xilas bibin." 

'Berî Zenûbyayê Mala Jin hebû'

Jiyan Dêrik, da zanîn ku Mala Jin beriya civaka Zenûbya hatiye avakirin û wiha got: “Jinên ku mêr û kurên xwe winda kirin hatin vir û alîkarî xwestin. Di vê saziyê de her jinekê ji xwe re hêvî didît. Jin hê jî behsa keçên Kurd ên Şengalê dikin. Di bîranîna van jinan de hê jî zindî ye. Ne dikaribûn xwe û ne jî wan keçan rizgar bikin. Piştî ku ev herêm bi pêşengiya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê hat rizgarkirin, jin bi rastî ji nava tabûtê derketin. Ji ber vê sedemê ne tenê kincên wan ên reş hatin guhertin, ronahî di çav, rûyê wan de xuya bû. Jin li dora Mala Jin kom bûn. Mala jin bû bersiva pirsgirêkên wan.”

'Qada ku sîstema Neteweya Demokratîk herî zêde lê bersivê dibîne ye'

Jiyan Dêrik anî ziman ku çareseriya sîstema Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qada ku herî zêde lê bersiv dîtiye ye û wiha got: "Di malbateke biçûk de dayik Ereb, bav Kurd, dapîr Çerkez be bapîr Tirkmen e. Bi xwezayî, bi hev re dijîn. Ji bo van gelan pergala Neteweya Demokratîk pêwîstiyek bû ku her gel bi ziman, reng û çanda xwe were gel hev. 

Jiyan Dêrik amaje bi wê yekê kir ku Civaka Jin a Zenûbya ji pêwîstiyan derketiye holê û wiha behsa xebatan kir: “Di destpêkê de hinek komîte hatin avakirin. Bi jinan re nîqaş hatin kirin, hat gotin ku ew bi hêz in û dikarin her tiştî bikin. Divê jin xwe bibînin. Rêxistina wê li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê hat avakirin. Li gund û kolanan rêxistinan dest pê kir. Girîngiyek zêde li ser perwerde û xwendina Mala Jin hat dayîn.”

'Zenûbya girêdayî vê erdnîgariyê ye'

Jiyan Dêrik bi bîr xist ku navê Zenûbya girêdayî vê erdnîgariyê ye û wiha pê de çû: “Ev nav gelekî bandorê li vê derê dike. Ew nav ji Qralîçe Zenûbya tê. Wekheviya wê ya civakî û dîrokî heye. Zenûbya di dîrokê de jineke pir bi hêz bûye, wê bajarê Palmîra ava kir. Lê DAIŞ’ê ew rûxand. Her kes Zenûbya nas dike. Hem ji aliyê hêz û hem jî bi navê xwe biyanî nabînin. Zenûbya di dîrokê de weke qralîçe rola xwe lîst. Niha jinên Kurd, Ermenî, Çerkez, Ereb û Tirkmen hewl didin di warê leşkerî, civakî û siyasî de rola xwe bilîzin.  

Jiyan Dêrik da zanîn ku wan di 6’ê Tîrmeha 2023’an de kongreya xwe ya duyemîn li dar xistiye û wiha berdewam kir: “Bi kongreya duyemîn re pêwîst bû rêxistinbûna xwe hîn bêhtir xurt bike. Meclis wekî avahiya rêveberiyê hat avakirin. Li her çar bajaran meclis û koordînasyona wan heye. Di van meclisan de 11 komîte hene. Mala jin tecrubeya pîşeyî bi dest xist. Di warê edaleta civakî û dadmendiya jinan de pispor bû. Di vir de, di têkoşîna li dijî têgihîştinên feodal-eşîrî de roleke mezin lîst. Li vê qadê ji bo jin ji tundiyê rizgar bibin maleke parastinê hatiye vekirin, Mala Jin jî li ser vê yekê tevdigere.”

Komîteyên aborî perwerde û rêxistinî hatin avakirin

Jiyan Dêrik wiha berdevam kir: “Ji bo jin hêza xwe nas bikin xebatên me yên perwerdeya dewreyên vekirî û girtî berdewam dikin." Jiyan Dêrik her wiha teqez kir ku li her meclisek komîteyên perwerdeyê hene û got: “Lijneya perwerdeyê roleke pir aktîf dilîze. Jin xwe perwerde dikin. Gelek sazî hene ku dixwazin komîteya me ya perwerdeyê fêrî wan bike."

Jiyan Dêrik diyar kir ku armanca komîteyên amadekar ew e ku xwe bigihîjînin hemû jinên civakê û wiha got: “Lê em nikarin xwe bigihîjînin her jinê. Em hê jî nebûne dengê hemûyan. Ger jin hê jî li van qadan bi gelek şêweyên tundiyê re rû bi rû dimînin divê em zêdetir bixebitin. Dibe ku me xwe gihandibe hinek ji wan lê em negihîştine tevahiya civakê. Ger li deverek nexweş hebe, li cihekî sersaxî hebe em li wir in. Ew li cem her jinê radiwestin. Jinên li vir hezkirina azadiyê pêş xistine, dema pêşketina xwe dibînin gelekî kêfxweş dibin lewma dixwazin her kes wisa be."

Jiyan Dêrik bal kişand ser girêdana jinan a bi axê re û girîngiya komîteya aborî ya jinan wiha nirxand: “Jin di çalakiyên cuda de cih digrin lê diçin û li baxçeyên xwe dixebitin. Ev herêm bi ava Firatê tê naskirin, ji ber vê yekê gelek berhem tên çandin. Ji ber vê me kooperatîfên jinan ava kirin. Mirovên pir feqîr hene. Divê jin di warê aborî de jî bijîn. Jin ji bo xebatê tên Komîna Jinan a Zenûbyayê, hinek ji wan qet neçûne dibistanê lê ev ji bo me ferq nake. Ji bo me hunera jiyanê ya jinan girîng e. Xebata wan ji bo me girîng e. Mînak jin ji çandinî û axê fêhm dikin, wê demê dîplomaya wan heye. Ger pirsgirêkên civakî çareser bikin, ev tê wê wateyê ku dîplomeya wan a hiqûqê heye. Jin dikarin bi her awayî beşdarî xebatên me bibin."

'Piştî kongreyê hemle hatin destpêkirin'

Jiyan Dêrik got: “Piştî kongreyê li dijî tiryakê çalakiyek hat destpêkirin. Me ev operasyon li hemû herêmên rizgarkirî pêk anî. Me bi hêzên asayîşê, komîteya tenduristiyê û komîteya ol û baweriyan re ev yek pêk anî. Me li dibistanên taybet semîner dan. Me malbat jî tevlî van semîneran kir û civîn pêk anîn. Me li her komun û meclisan belavok belav kirin. Hemleya me gelek deng veda, gelek kes hatin û ji me alîkarî xwestin. Dayikên ku digotin kurê min û hevsera min xilas bikin hebûn. Bi vê tevgerê şaredariyê rasterast biryara rakirina qehwexaneyên gerok ên li ser cadeyê da. Komîteya tenduristiyê beşeke cuda li nexweşxaneyê ji bo dermankirina dermanan vekir.”

Jiyan Dêrik, anî ziman ku xebatên rêxistinî yên ku bigihîjin her jinê berdewam dikin û got: “Semîner û panel hatin lidarxistin. Jin berê çawa bûn, ev xebat gihîştiye kîjan astê? Her dem nîqaş kirin. Her dem bi hevkariya civakê re ev xebat hat meşandin û ji bo avakirina hêza rêxistinbûyî ya jinan xebat hatin kirin.” 

Jiyan Dêrik diyar kir ku li vê qadê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nû dest pê kiriye çalakiyan wiha nirxand: "Îsal ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê gelek çalakî hatin lidarxistin. Rojbûna Rêbertî hat pîrozkirin. Jin li vir xwe deyndarên Rêbertî hîs dikin. Ji ber ku dizanin Rêber Apo ew rizgar kirine. Ji bo vê jî dixwazin di parêznameyên  Rêbertiyê de xwe bi pêş bixin. Di her çar waran de forum hat lidarxistin. Li her bajarî li ser pîvanan civîn hatin lidarxistin. Jinan ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê meş, semîner û panel organîze kirin. Di serî de li ser jiyan, rewşa hiqûqî û pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêbertî semîner hat lidarxistin.”

‘Civaka Jinan a Zenûbyayê amade ye ku li Sûriyeyê rola xwe bilîze’

Jiyan Dêrik diyar kir ku jinên di nava Civaka Jinan a Zenûbyayê de hem li Sûriyeyê hem jî li Rojhilata Navîn amade ne ku rola xwe bilîzin û wiha got: “Jinên Suweydayê, serî hildan û dema me silav da wan gelekî kêfxweş bûn. Ji ber ku jinên li vir ji bo wan hêviyeke mezin in. Li cihê ku jin lê hatin qetilkirin niha jin li ber xwe didin û piştgiriyê dane wan. Jinên li vir bi jinên li tevahiya Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ne. Em dixwazin li Sûriyeyê rolek bilîzin. Ji aliyê siyasî ve girîng e ku perspektîfa jinan were ronîkirin. Di vî warî de em di aliyê dîplomasiyê de pêşve diçin. Em amade ne ku rola Zenûbya di dîrokê de lîstiye bilîzin."

Jiyan Dêrik anî ziman ku wan salek hem bi berxwedan, hem jî bi êrîşan derbas kirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Bi taybetî jinên pêşeng ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve hatin hedefgirtin. Ji bo ku gel xaka xwe terk bike û koçber bibe gelek êrîş li ser jinan û erdnîgariya me tên kirin. Tişta ku li bendê bûn pêk nehat û gel neçû. Armanca me ew e ku di sala pêş de berxwedana xwe mezin bikin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin û xwe bigihîjînin gelek jinan.”