Navenda Hêvî ji bo zarokan şahî li dar xist

Navenda Hêvî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê Roja Astengdaran a Cîhanê pîroz kir.

Mexmûr - Roja Astengdaran a Cîhanê, roja hişyariya navneteweyî ye ku ji sala 1992’an û vir ve di 3’ê Kanûnê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê pîrozkirin. Di vê rojê de li tevahiya cîhanê çalakî tên lidarxistin.

Navenda Hêvî ya wargeha penaberan a Mexmûrê jî bi boneya pîrozkirina Roja Astengdaran a Cîhanê ji bo endamên astengdar ên navendê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya pîrozbahiyê de hunermend Xelîl Akinci ji bo zarokan stranan got her wiha zarokan jî stranan got. Beriya pîrozbahiyê li ser navê mamosteyên Navenda Hêvî mamoste Firat Yildirim axivî.

Firat Yildirim ku yek ji mamosteyên Navenda Hêvî ye Roja Astengdaran a Cîhanê pîroz kir û got: “Armanca me ya kombûna îro ji bo zarokên astengdar pêkanîna çalakiyek bû. Li wargehê jî ji bo ku zarokên astengdar di nava wargehê de bibin xwedî mafê perwerdeyê û hemû mafên di nava tenduristiyê de. Wek teşwîqkirina zarokan ku di nava malê de nemînin û beşdarî perwerdeyê bibin.”

Şahî bi gerandina govenda zarokan bi dawî bû.